Bi dirûşmeya 'Serê malê kilamek' çanda dengbêjiyê didomînin

img

EDENE -  Li Edeneyê, dengbêj her hefte dibin mêvanên malekê û bi dirûşmeya "Serê malê kilamek" hewl didin çanda dengbêjiyê bidomînin. 

Li Edeneyê, bi pêşengiya hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) a bi KHK'ê hat girtin, dengbêj her hefte roja pêncşemê dibin mêvanê malekê û bi dirûşmeya "Serê malê kilamek" kilaman dibêjin. Tevî dengbêjan hunermendên NÇM'ê jî her pêncşem li malekê kom dibin û şevbuhêrkan çêdikin. Du hefteye ev çalakî didome û bi vî awayî hunermend hewl didin çanda dengbêjiyê bidomînin. 
 
JI MALAN KILAM OLAN DIDIN 
 
Dengbêj û hunermendên NÇM'ê her hefte diçin taxên cuda û malên cuda û li wir li ber çaya qaçax ji şêniyên taxê re distrên. Di evan çalakiyan de zar û zêç jî di nav de gelek kes cih digirin û sohbetê dikin. Çalakî 3-4 saetan dewam dike û bi kilaman dengê dengbêjan li bêdengiya şevê olan dide. Dengbêjan xwest ev çalakî tim bên lidarxistin. 
 
Dengbêjan got: "Bi evan çalakiyan hem em çanda dengbêji didomînin hem jî em bi kilaman a xwe tînin ziman. Ji ber evan çalakiyan em gelekî kêfxweş in. Çandû û zimanê me her tiştê me ye. Loma divê em xwedî li wan derkevin." Dengbêj Îmrn Akin jî anî ziman ku bi dirûşmeya "Serê malê kilamek" ji bo çanda dengbêjiyê winda nebe ew ê tevî dengbêjan bixebitin û got: "Ji bo ciwanên me û gelê me zimanê xwe ji bîr nekin em vê yekê dikin." 
 
'BILA CIWAN XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERKEVIN' 
 
Akin bang li gelê kurd kir ku xwedî li çand û zimanê xwe derkevin û got: "Çand ji bo me tiştekî pîroz e. Barekî pîroz e, çimkî pergalê dest avêtiye çanda me. Çi dikin bila bikin, lê em ê tu carî dev ji vê têkoşîna xwe bernedin û em ê nehêlin winda bibe. Ev dîroka me ye, bîra me ye. Armanca me ew e ku em bi bernameya 'serê malê kilamek' bibin mêvanên malbatên xwe. Em dixwazin bi vê xebatê ciwanên me hay ji çanda dengbêjiyê û çanda xwe çêbibin." 
 
Hunermend Jiyan Savci, destnîşan kir ku peral dixwaze çanda dengbêjiyê ji holê rabike û loma wan xwestiyê xebateke wisa bikin. Savci, anî ziman ku dengbêjî pîroz e û xwedî nirxeke dîrokî ye. Savci, bilêv kir ku ew bi dirûşmeya 'Serê malê kilamek' her hefte roja pêncşemê dibin mêvanê malekê û di evan şevbuhêrkan de dengbêj distrên. Savci, destnîşan kir ku dewletê çanda kurdî tehamul nekiriye û ji bo vê saziyên wan girtine û kuçe û kolan jî di nav de tu dever nehiştine. Savci got: "Em ê jî li hemberî evan polîtîkayan her pêncşem bi dirûşmeya 'Serê malê kilamek' bibin mêvanê malekê. Gelê kurd hezar sal e çanda dengbêjiyê didomîne û aniye roja îro. Bîra herî zexm a gelê kurd çanda dengbêjiyê ye. Em jî dixwazin vê çandê bidomînin û me xebateke wisa da destpêkirin." 
 
MA / Hamdullah Kesen