Kovara muzîka kurdî Ziryabê dest bi weşanê kir

img

STENBOL - Yekem kovara muzîkê ya xwerû bi kurdî, tevahiya wê rengîn û li ser kaxeza kûşe Ziryabê dest bi weşanê kir.

Kovarek din jî li weşangeriya kurdî zêde bû û di nav refên weşanxen û pirtûkfiroşan de cihê xwe girt. Ev Kovara Ziryab e. Yekem kovara muzîkê ya xwerû bi kurdî, tevahiya wê rengîn û li ser kaxeza kûşe Ziryabê dest bi weşanê kir û hejmara yekemîn derket. Kovar dê ji 4 mehan carek derkeve. 
 
Desteya weşanê ya Ziryabê ji van kesan pêk tê: Ji Siya Şevê Gokçe Selîm û Serhat Temel, Harûn Elkî û Ozan Irmak. Edîtoriya kovarê jî Mevlut Oguz û Serhat Temel dikin.
 
JI BO GENGEŞEYA PIRSGIRÊKÊN MUZÎKA KURDΠ
 
Desteya weşanê armanca derxistina kovarê wiha vedibêje: “Em dixwazin pirsgirêkên muzîka kurdî û pirsgirêkên muzîkjenên kurd li her deverê û li her qonaxê bi zimanekî erênî, nêrînên berfireh û heta derfet hebe bi her zaravayên kurdî bên nîqaş kirin. Armanca me  muzîka ku bi keda salan û bi nirxên bilind hatiye afirandin, bi çavekî zelal û guhekî vekirî berpêşî xwînerên kurdî bikin. Hêviya me ew e ku ji muzîkjen û dilsozên muzîkê re qadeke nû ya xweîfadekirinê vekin. Û em dixwazin hinek be jî siya li ser muzîka kurdî rakin.”
 
NAVEROKA HEJMARA YEKEM 
 
Naveroka yekemîn a Ziryabê wiha ye: “Harûn Elkî ji salên 90’î û heta niha panoramayek berpêş kiriye û derbarê bandora medyaya civakî ya li ser muzîkê bi nivîseke têr û tije hejmara yekemîn xemilandiye. Îbrahîm Sarisu li ser Orfeus ê ku di dîroka muzîkê de di nav çend hozanên herî ewil de ye û derbarê mozaîka wî de bi mijareke balkêş cih girtiye. Serhat Temel derbarê serpêhatiya têkçûna Orkestraya Heskîfê de bi nivîseke taybet me ji rewşa atmosfera salên dawiyê dide serwext kirin. Serdar Ozturk porteyeke dengbêjê nemir Reso nivîsandiye. 
 
Di hejmara yekemîn de bi hunermend Kerem Gerdenzerî û Nizamettin Arîç, Ayfer Duzdaş, Mem Ararat, Adnan Kartal, Cem Şivan Ergul, Siya Şevê û Rewşan Çelîker re hevpeyvîn hatiye kirin.
 
Di kovarê de ji bilî gotar û hevpeyvînan danasîna albûma Mirady û nirxandinek li ser albûma Serhat Ertunayî jî heye. 
 
Her wiha di kovarê de nûçe, danasîna kitêbeke muzîkê û playlîstek jî heye.
 
Hêjayî gotinê ye ku di hejmara yekemîn de postera gewreyê rocka bi kurdî Kerem Gerdenzerî û albûma Siya Şevê ya bi navê “Li Pey Siya Xwe” weke diyarî tê dayîn.