Li Êlihê sînemayeke kolektîf

img

ÊLIH - Piştî Sînemaya Yilmaz Guney hat rûxandin, li Êlihê vê carê bi navê Kolektîfa Sînemaya Nû sînemayeke alternatîf hat avakirin. Wê kolektîf di navbera 9-11'ê Mijdarê de rojên sînemayê li dar bixe û wê di tevahiya salê de fîlmên alternatîf nîşan bide. 

Li Êlihê, piştî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hatibû kirin deriyê Sînemaya Yilmaz GUney hatibû qefilandin û paşê bi awayekî gumanbar agir bi sînemayê ketibû û ji ber vê sînema rûxiya. Lê belê niha li bajêr bi tevkariya Navenda Çandê ya Yenî Sahne û Komeleya Çandê ya Êlihê Kolektîfa Sînemaya Nû hat avakirin û dê kolektîf di navbera 9-11'ê Mijdarê de dest bi rojên sînemayê bike. Derhêner Gokhan Ozdemîr, destnîşan kir ku bi rojên sînemayê armanca wan ew e ku alternatîfekê biafirînin.
 
'ME XWEST EM ALTERNATÎFEKÊ BIAFIRÎNIN' 
 
Ozdemîr, diyar kir ku armanca sînemayên li AVM'yan tenê pere ye û got: "Du fîrmayên mezin ên belavkar ewywanên sînemayan bi dest xistine û fîlmên ku ew tînin tên nîşandan. Ji ber monopolan eywanên sînemayan ên li Tirkiyeyê bi dest xistiye, fîlmên ji aliyê sînemagerên serbixwe tên çêkirin cih peyda nakin. Tenê di mîhrîcanan de fîlmên wan tên nîşandan." Ozdemîr diyar kir ku ji ber vê wan xwestiye sînemayeke alternatîf çêbikin û got: "Li Êlihê wexta Sînemaya Yilmaz Guney hebû firsend çêdibû em fîlmên derhênerên serbixwe yên gelek welatan temaşe bikin. Lê niha Sînemaya Yilmaz Guney tune ye. Me jî xwest em alternatîfekê baifirînin. Em ê li vir fîlmên ji sînemaya Tirkiyeyê û yên welatên din bidin pêşandan."
 
Ozdemîr, diyar kir ku di serdema pêş de ew ê hewl bidin ji xeynî pêşandanên xwe Mîhrîcana Fîlmên Karkeran û mîhrîcanên din jî bînin Êlihê û got: "Wê di 9'ê Mijdarê de pêşandana me ya ewil bi fîlma Kelebek a Tolga Karaçelîk dest pê bike. Paşê di 10'ê Mijdarê de dê fîlma Genci ya Alî Kemal Çinar û di 11'ê Mijdarê de jî dê fîlma Babamin Kanatlari ya Kivanç Sezer bê pêşandan. Ev ne ji bo carekê ye, em ê tevahiya salê vê yekê bikin. Piştî pêşandanên me yên 9-10-11'ê Mijdarê, em ê tevî Komeleya Derhênerên Fîlmên Kurt ên Stenbolê, ji 13'ê Mijdarê ve her sêşem şevên fîlmên kurt li dar bixin û wê di van şevan de 5 fîlm bên pêşandan. Her wiha wê ji 16'ê Mijdarê ve her roja înê em ê fîlmên metrajdirêj nîşan bidin. Wê li Êlihê sînemahez fîlmên baş temaşe bikin." 
 
'SÎNEMAYA YILMAZ GUNEY TENÊ NE SALON BÛ' 
 
Ozdemîr, diyar kir ku li Êlihê girseyeke baş a temaşevanan heye û got: "Ger Sînemaya Yilmaz Guney hîna jî hebûna dê kêmasî çênebûna. Sînemaya Yilmaz Guney tenê ne eywana sînemayê bû. Di heman demê de ciwanên dixwestin bi sînemayê re eleqedar bibin û li ser sînemayê hûr dibûn digihaştin hev. Ciwanên sînemahez daxilî panel, mîhrîcan û gotûbêjên li vir dihatin çêkirin dibûn." 
 
Ozdemîr, bi bîr xist beriya qeyûm xebatên ji bo nûkirina Sînemaya Yilmaz Guney destpêkiribûn û got: "Piştî xebatê dê sînema dîse karê xwe dewam bikirana. Lê belê piştî qeyûm hat tayînkirin karê nûkirinê hat rawestandin û demeke dirêj eywana sînemayê wisa ma. Paşê ji nişkava agir bi sînemayê ket û bû xwelî. Piştî şewatê eywan bi temamî rûxiya. Paşê hat ragihandin ku dê Sînemaya Yilmaz GUney bi awayekî modern dîsa bê çêkirin. Lê belê çi bû nizanim lê bêyî daxuyanî bê dayîn anket û peroje ji malperê hatin rakirin." 
 
MA / Metin Yoksu