Pirtûka Erbey a ‘Çîroka Tahîr Elçî' dê li fûarê bigêje xwînerê xwe

img

AMED - Parêzer Muharrem Erbey, çîroka Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Navçeya Sûrê ya Amedê li ber Mînareya Çarling hat kuştin nivîsand. Erbey bi navê "Çîroka Tahîr Elçî" pirtûk çap kir û dê di Fuara Pirtukan a 10'ê Mijdarê de li Stenbolê bigêje ber destê xwînerên xwe. 

Parêzer û nivîskar Muharrem Erbey çîroka Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku li ber Mînareya Çarling a Sûra Ametê hat kuştin kir pirtûk û bi navê "Çîroka Tahîr Elçî" çap kir. Erbey di pirtûka çîroka Tahîr Elçî de ji rêwîtiya gundê Heblerê yê Cizîrê dest jiyana Elçî dike û heta têkoşîna wî ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) didome. Pirtûka "Çîroka Tahîr Elçi dê di Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku di 10'ê Mijdarê de bê vekirin de bigêje destê xwînerên xwe. 
 
Tahîr Elçî, dema Serokê Baroya Amedê bû, di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çarling a Sûra Amedê ji bo parastina dîrok û çandê daxuyanî dabû. Li dijî operasyonên li hemberî Sûrê bertekên xwe anîbû ziman. Di wê demê de Tahîr Elçî li pêş karema û rojnamegeran bi guleyekê hat kuştin. 
 
Erbey, diyar kir ku wî berpirsiyariya xwe ya li hemberî dostê xwe pêk anî û ji ber vê yekê bi vê piertûka "Çîroka Tahîr Elçî" xwestiye jiyana wî, zext û zordariyên derktetin pêş wî, têkoşîna wî ya li dijî van zext û zordariyan bi her alî bîne ziman. Erbey, da zanîn ku wî devê gelek kesan li çîroka Tahir Elçî guhdar kir û hen hinekan aliyekî wî anî ziman. Erbey, anî ziman ku Tahir Elçî, hevalê wî, dostê wî bû û demek dirêj bi hevre kar kirin. 
 
Pirtûka "Çîroka Tahîr Elçî dê di 10'ê Mijdarê de li Fuara Pirtûkan a TÜYAP'ê li ber destê wîneran be. 
 
 
MA / Aydın Atay