Mihrîcana Şanoyê ya Wanê didome

img
WAN – 1’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Wanê didome û di çarçoveya mihrîcanê de lîstikên “Bêrû” û “Kozik” hatin pêşandan. 
 
1’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Wanê ku ji aliyê Şanoya Mencel ve bi dirûşma “Lîstikek, xeyalek û azadî” tê lidarxistin didome. Di çarçoveya mihrîcanê de lîstikvanên Şanoya Mencel duh êvarê cara duyemîn derketin ser dike û lîstika “Kozik” da pêşandan. 
 
Pişt re lîstika Teatra Jiyana Nû ya bi navê “Bêrû” jî êvarê derket ser dike û temaşevanan kêfxweş kir. 
 
ÎRO DU LÎSTIK HENE 
 
Di çarçoveya mihrîcanê de dê îro saet di 15.00’an lîstika “Bêrû” û saet di 19.00’an de jî lîstika “Şatonun Altinda” ya Lêkolînên Şanoya Fîzîksel derkevin pêşberî şanohezan.