'Efsaneya Qralê kirêt' tê pêşandan

img
STENBOL - Belgefîlma ku jiyana derhênerê Kurd Yilmaz Guney digire dest "Efsaneya Qralê kirêt" dê bê pêşandan. Derhênerê fîlm Mehmet Aktaş, diyar kir ku Guney di sînemaya Tirkiye de şoreş pêk anîye û ji bo sînemaya kurd jî destpêk e. Aktaş, da zanîn ku ji ber ew deyndarê Guney in ev belgefîlm amade kiriye. 
 
Hunermend û derhênerê Kurd Yilmaz Guney, hem dernênerî kir,  hem senaristiya fîlman kir û hem jî wekî lîstikvan di fîlman de lîst. Belgefîlmê ku jiyana Yilmaz Guney vedibêje “The Legend Of The Ugly Kıng (Efsaneya Qralê krêt)" dê li Almanya bê pêşandan. Belgefîlm dê di 26'ê Cotmehê de ku Huseyin Tabak derhêneriya wê dike. Têkildarî belfîlma ku bê peşandin hunermend û amadekarê belgefîlm Mehmet Aktaş diyar kir ku xebata wan a belgefîlm 7 salan berdewam kir û wiha got: "Ji bo vê belgefîlmê bi 47 kesan re hevdîtin hat kirin. Bi hunermendên navdar Michael Haneke û Costa Gavras re jî hevdîtin hat kirin. Efsaneya Kralê Qirêj ku li Toronto promiyera wê hat kirin di gelek mihrîcanên navneteweyî de xelat girt." Avakerê belgefîlma Efsaneya Qralê Qirêj Mehmet Aktaş, da zanîn ku Guney ji bo wan bû motîvasyon û wiha berdewam kir: "Me ji bo Guney gelek hevdîtin kir. Guney rewşenbirekî mezin bû. Hunermendekî ku pir zêde tê nasîn û temaşekirin. Navê wî me motive dike. Ev ji bo senemaya kurd bû destpêk. Di sînemaya Tirkiye de jî şoreş ava kir. 
 
Ji bo agahiyên fîlm hunerhez dikarin bi navnîşana: http://www.mitosfilm.com/index.php/fertige-filme.html xwe biginin fîlm.