'Kekê Mehmed dengên di tarîtiyê de ji nû ve zindî kir’

img
STENBOL – Nivîskar-helbestkar Selîm Temo behsa wêjevanê navdar Mehmed Uzun kir û got: “Dengên ber bi tarîtiya dîrokê ve çûbûn ji nû ve zindî kir. Rewşênbîrên kurd ên bi hesreta welat li sirgûnan bi tena serê xwe dimirin hilgirt anî nav me.” 
 
Bi ser wefata nivîskarê navdar ê wêjeya kurdî Mehmed Uzun de 11 sal derbas bû. Nîvê jiyana xwe ji ber serdemên siyasî li sirgûnan derbas kir. Li pey Uzun bi dehan pirtûkên bi zimanê dayika xwe nivîsand man. Berheman li pey xwe hişt û xatir xwest di payîzek ku pelên zer diweşiyan. Uzun di 1953’an li navçeya Siwêrega Rihayê tê dinê û bi vegotina çîrokên malbata xwe mezin dibe. Tûrikê xwe bi çîrokan tije dike û vê yekê ji wêjeyê re dike bingeh.
 
LI SIRGÛNÊ WÊJEYA KURD GEŞ KIR 
 
Piştî darbeya 12’ê Adarê tê girtin û di Girtîgeha Eskerî ya Amedê de dimîne. Li girtîgehê bi alîkariya rewşenbîrê kurd Musa Ante û kurapê xwe Ferît Uzun bi zimanê dayika xwe nîvasandinê fêr bû. Uzun piştî girtîgehê li Dibistana Mamosteyan a Teknîka Enqereyê perwerdehiya xwe dewam kir û bi hevalên xwe re ji Weşanxaneya Komal kovara bi navê Rizgarî ya kurdî û tirkî derxistin û gerînendetiya giştî ya kovarê kir. Ji ber nivîsê xwe hat dariznadin û piştî 8 mehên girtî ma rêwîtiya wî ya sirgûnê dest pê kir. Ji ber zextan neçar ma sirgûnî Swêdê bike. Piştî li Swêdê bi cih bû dest bi xebatên xwe yên nivîskariyê kir û di kovaran de bi dest bi nivîsandinê kir. 
 
HER PIRTÛKEK WÎ BERXWEDANEK BÛ 
 
Romanên mîna "Tû", “Mirina Kalekî Rind”, “Siya Evînê”, “Bîra Qederê” û gellek romanên mîna van bi kurdî nivîsand. Di berhemên xwe de behsa zext, şer, sirgûn û li dijî van berxwedana gelê kurd dike. Uzun li gel xebatên xwe yên nivîskariyê xebatên rêxistinkirina nivîskaran jî dike. Di nav xebatên Yekîtiya Rojnamegerên Swêdê û Cîhanê, Kuluba PEN’ê ya Navnetewî û Swêdê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê de cih digire. Di xebatên avakirina destpêkê yên PEN’a Kurd de jî cih digire. Uzun di 2001’an de şayanî Xelata Azadiya Raman û Îfadeyê ya ku ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê tê dîtin. 
 
ROMANA XWE XELAS NEKIR Û XATIR XWEST 
 
Di 2006’an de nexweşîna penceşêrê lê peyda dibe û piştî demek li Nexweşxaneya Enstîtûya Karolînska Stockholmê tedawî dît vegeriya Amedê. Uzun wexta vegeriya Amedê digot: “Ez ne ji bo mirinê hatime vir, ji bo ez bijîm hatime vir.” Di dema nexweşîna xwe ya giran de dest bi nivîsandina romanekê kir, lê bes beriya berhema xwe ya dawî xelas bike çavê xwe girt û xatir ji milyonan hezkiriyê xwe xwest. 
 
QEYÛM NAVÊ WÎ DAXIST 
 
Qeyûmê tayînî şaredariya Yenîşehîra Amedê hat kirin navê Uzun yê li parkekê hatibû kirin rakir. 
 
‘NÎVSKARÊ SIBEROJA XWE BÛ’ 
 
Nivîskar û helbestkarê kurd Selîm Temo behsa Mehmed Uzun û wêjeya wî kir. Temo diyar kir ku Uzun nivîskarek li dema derbasbûyî û siberoja xwe dînerî bû û got: “Dengên ber bi tarîtiya dîrokê ve çûbûn ji nû ve zindî kir. Rewşênbîrên kurd ên bi hesreta welat li sirgûnan bi tena serê xwe dimirin hilgirt anî nav me. Bi vî awayî hem ji bo xwe û hem jî ji bo nifşên pişt xwe kevneşopiyek afirand. Her romanek wî bi serê xwe qedirbilind e. Em dikarin bêjin ku Mehmed Uzun nîskarek ‘wêjeyek bijare ava kir’ bû. Hemû tiştên herêmî û netewî bi mercekek hemdemî dît û dianî ziman. Qedera hemû rewşenbêrên li sirgûnê parve kir. Di dema herî zêde wê ji bo me bi xêr û berbûya ji nav me bar kir.” 
 
‘WÊJEYA CÎHANÊ BAŞ NAS DIKIR’ 
 
Temo destnîşan kir ku bi Uzun re diyalogên kurt, zêde û biratî pê re daniye û wiha axivî: “Ji rexneyan re pir vekirî bû. Ji dil ve gellek hestewar bû. Carna dema behsa ‘mirina’ qehremaniya romanê dikir digiriya. Tenê ne wêjeya kurdî her wiha wêjeya cîhanê jî baş nas dikir. Mesele herî dawî dê Erich Auerbach binivîsanda. Herî dawî me di 24’ê tebaxa 2007’an de hev dît.” 
 
‘ROJA KU MIR DILÊ ME MIR’ 
 
Temo herî dawî wiha got: “Kekê Mehmed, çarenûsa ku mêtingera li kutika me nivîsand guherand. Berxwedanek zimanî, netewî û çandî tîp bi tîp, peyv bi peyv û hevok bi hevok honand. Roja ku mir jî min gotibû ‘dilê me mir.’ Heman tişt hêj ji bo min derbasdar e. Ez li gorî xwe xwedî li keda wî û mîrasê wî derdikevim. Çimkî hemû nivîskar ên li pey mîrasa wî ne.” 
 
MA / Sadiye Eser