Gelo Etî Bakir, li Şemrexê hawizê siyanurê ava dike?

img
MÊRDÎN - Welatiyên Gundê Şemika yên Şemrexa Mêrdînê diyar kirin ku Şîrketa Eti Bakir A.Ş. ku li zêr digere, ji bo zêr ji cewherê wê cuda bike hawizê maddeya siyanur ava kirine. Welatiyan destnîşan kirin ku qada jiyanê li wan teng dibe û xwestin her kes hawara wan bibhîze. 
 
Welatiyên gundê Şemika ya Şemraxa Mêrdînê, li dijî talankirina xwezayê bêzar in. Holdînga Cengîz ku nêzî hikûmetê tê zanîn, ji sala 2011'an û heta niha hewl dide li Gundê Şemika xebatên înşaetê pêş bixe. Her çend welatî bertek û nerazîbûnên xwe tînin ziman jî hewldana şîrketê berdewam dike. Şîrketa Etî Bakir A.Ş. ku hilberîna gubreyê fosfatê dike, dixwaze Tesîsên Entegreya Gubre û Paşve Qezençkirina Metalên Etî Bakir ava bike. Şîrket ji bo tesîsa hilberînê ava bike dixwazin gundî malên xwe vala bikin. Şîrketa Etî Bakir ku ji 3 paran parek kiriye, niha li zeviyên çandiyiyê û qada daristanê xebatê dimeşîne. Li aliyê din gundiyên Şemika jî li dijî Eti Bakır A.Ş,ê têdikoşin û diyar dikin ku dê gundê xwe terk nekin.  Welatî diyar dikin ku qadê jiyanê her ku diçe li wan teng dibe û hemû mêrga gund tev talan kirine. Li gel biryara Dadgeha Îdarî ya Herêma Dîlokê ya “Rawestandina rêvebirinê" stendiye jî disa xebatên înşaeta Eti Bakır A.Ş. didome. Welatiyan anîn ziman ku ji ber xebatên şîrketê 11 gund dikevin bin bandora neyinî û xwestin fabrîqe û tesîs li vir neyên avakirin. 
 
Li Gundê Şemika nêzî 30 xanî û malbat hene. Li vî gundî gelek cureyên nebatan şîn dibin û wekî debara jiyanê ye. Lê li gel vê yekê xwediyê şîrketa Eti Bakır A.Ş. bi israr xebatên xwe berdewam dikin. Ji ber ku ji bo înşaetê dînamitan ditexînin, xaniyê welatiyan zerar dibînin. Dîsa ji ber dînamît û karê înşaetan nêzî 10 hezar sewalên ku li vir diçêre êdî nikarin biçêrin û xwediyê pez neçar dimînin ku ji vir koç bikin. Welatiyan anîn ziman ku girê moloz û xîza ku tên avakirin zerarê dide xweza û jiyana zarokan û li gund xereqal tê avakirin. Welatiyan anîn ziman ku li dijî vê yekê pêvajoya hiqûqî dabû destpêkirin û ji sala 2017'an heta niha têkoşîna wan a hiqûqî didome. 
 
Di Hezîrana 2017'an de Qeymeqamê Şemrexê teblîgat şandibû ku gund vala bikin. Li diji vê yekê welatiyan doz vekiribû. Lê doz hêj bi encam nebûye. 
 
Xebatkarên tesîsê jî diyar kirin ku dê di dawiya salê de înşaeta tesîsê bi dawî bibe û fabrîqe dê li dijî armanca xwe ya gubre û fosforê, dê ji bo cudakirina zêr û paxir hawizê siyanorê ava bikin. Tê diyar kirin ku hawizê sîyanurê ber bi dawî ve diçe. Gelê herêmê wekî "Lêgerîna zêrê bi jahr" pênase dikin." 
 
Keyayê Gund Mehmet Hadi Araç, diyar kir ku ew bi awayekî fermî der barê rewşa tesîs û xebatên wan de ne xwedî tu agahî ne û wiha got: "Ez hem keyayê gund im û hem xwediyê mal im. Lê heta niha tu kes nehatiye agahî nedane min. Fikrên min nestendine. Dema em diçin nava zeviyên xwe em rastî eskeran tên. Em dixwazin dengê me bê bihîstin." 
 
Ahmet Araç ani ziman ku êdî bêhna ku gund bistîne tune û wiha got: "Ev şîrket hêza xwe ji îktîdarê distîne. Karker diyar dikin ku li vir hawizê sîyanurê tê avakirin. Divê rayedar vê yekê lêkolîn bikin." 
 
MA / Ahmet Kanbal