Belgefîlma 'Bîr' xelata çîroka herî baş û derhênerê herî baş girt

img

STENBOL - Di Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî Lakecîty de, belgefîlma "Bîr"ê ku Komkujiya Kerboranê vedibêje, xelata çîroke herî baş û derhênerê herî baş girt. Derhênerê belgefîlmê Veysî Altay got: "Mirovan ew bîr ji bo jiyana xwe vekiribûn. Lê dewletê ew veguherandin bîrên mirinê. Min xwest vê yekê vebêjim." 

Di Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî Lakecîty de, belgefîlma "Bîr"ê xelata çîroke herî baş û derhênerê herî baş girt. Belgefîlm behsa çîroka 7 kesên ku di sala 1995'an de li Kerborana Mêrdînê JÎTEM'ê ew binçavkirin û paşê ew kuştin vedibêje. Em bi derhênerê "Bîr"ê Veysî Altay re der darê belegfîlmê de axivîn. 
 
Altay, diyar kir ku 15 sal in ew ji bo windayan têkoşiyaye û got: "Komkujiya Kerboranê bûyereke muhîm bû. 7 kes hatibûn windakirin. Ji vana 4 jê temenê wan di navbera 11-14 salan debûn. Ev yek nîşan dide ku dewlet nabêje extiyar e yan zarok e, herkesî winda dike." Altay bilêv kir ku ev yek bala wî kişandiye û wî xwestiye belgefîlmeke wisa çêbike. 
 
‘MIN XWEST ÇÎROKA BÎRÊ BIBÊJIM' 
 
Altay, destnîşan kir ku wî belgefîlm di 5 salan de qedandiye û got: "Em û malbatan bi hev re li hestiyên windayan geriyan. Me û malbatê hestiyên Seyhan Dogan bi hev re ji bîrê derxistin. Yanî bi qasî derhênerê vê çîrokê, ez perçeyeke wê bûm jî. Hestî hemû ji bîra avê ya ku jiyanê dide me derketin. Mirov ji bo avê bidin xwezayê, daran av bidin bîran dikolin, lê li herêmê dewletê ev bîr veguherandin bîrên mirinê. Min jî xwest çîroka vê bîrê vebêjim." 
 
Altay, anî ziman ku ew xebatên xwe ji bo mirovan serwext bike nake û got: "Nabêjim ku civaka Tirkiyeyê tiştekî nizane û ez ê bi xebatên xwe wan biguherînim. Çimkî mirov bi çîroka windakirina mirovan û şewitandina gundan dizanin. Hay ji her tiştî hene û ew jî perçeyekî vê yekê ne. Derdê me ne ew e ku em tiştekî ji mirovên ku perçeyekî vê çîrokê ne bibêjin. Ji bo kesên ku paşê bên bizanibin û ji bo qadên navnetewî zanibin li Tirkiyeyê çi qewmiye. Dixwazim bîrekê peyda bikim." 
 
‘BERTEKÊN MALBATAN BAŞ BÛN' 
 
Altay, diyar kir ku ewil wî û malbatên windayan bi hev re li belgefîlm temaşe kiriye û got: "Bertekên malbatan erênî bûn. Ne mumkun e ku mirov bi fîlmekî tenê bikaribe dilê van malbatên bi salane li zarokên xwe digerin kêfxweş bike. Lê berteka malbatan a ji bo fîlm erênî bû. Ev ji bo min girîng e." 
 
Altay, bilêv kir ku ew fîlmên xwe naşîne mîhrîcanên li Tirkiyeyê û got: "Naxwazim mîhrîcanên ku perçeyeke bûyerên widnayan e fîlman binirxînin. Min serî li mîhrîcanên navnetewî dan. Ji vana 20 jê li me vegeriyan. 15 heban jê qebûl kir. Îsal di Mîhrîcana Fîlman a 4'an a Lake Cîty Înternatîonalê de xelata çîroka herê baş û derhênerê herî baş hat dayîn." Altay, diyar kir ku ew ê belgefîlmê ji hin mîhrîcanên din re jî bişîne. 
 
'DAYIKÊN ŞEMIYÊ BÛN WIJDANÊ CIVAKÊ'
 
Altay, bal kişand ser qedexekirina çalakiyên Dayikên Şemiyê jî û destnîşan kir ku Dayikên şemiyê komkujiyên dewlet dike û bûyerên windakirinê teşhîr dikin. Altay, diyar kir ku Komara Tirkiyeyê xwedî li feraseta xwe ya berê derdikeve û di dadgehan de dewlet xwedî li kiryaran derdikeve. Altay, anî ziman ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di warê fikrî de wek Mehmet Agar tev digere û ji ber vê qedexekirina wî ya çalakiyê ne tiştekî awarte ye. Altay, bilêv kir ku lê belê ev yek nikare çalakiya Dayikên şemiyê lawaz bike û wan bitirsîne û got: "23 sal in malbat li ber xwe didin û têdikoşin. Dayik bûn wijdanê windayî yê civakê." 
 
MA / Melike Ceyhan