‘Mêvanê Rûmetê’ yê Fuara Pirtûkan a Amedê Migirdiç Margosyan e

img

AMED – Li Amedê dê îsal 6’emîn Fuara Pirtûkan bê lidarxistin. “Mêvanê Rûmetê” yê Fuarê nivîskar Migirdiç Margosyan e û got: “Divê em xwedî li mîraseya çandê ya Amedê derkevin.” 

Ji aliyê TUYAP’ê ve bi beşdariya 120 weşanxaneyan dê îsal 6’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê di navbera 25-30’ê îlonê de li Navenda Kongre û Fuarê bê lidarxistin. Fuar 5 rojan dê vekirî be û panel, gotûbêj, xebatên atolye û zarokan pêk bîne. Dê nêzî 60 xebatan li fuarê bê birêvebirin. Wê nivîskar li dezgehên weşanxaneyan pirtûkên xwe îmze bikin. “Mêvanê Rûmetê” yê fuara îsal nivîskar Migirdiç Margosyan e. Margosyan bi berhemên xwe yên Amedê vedibêje tê nasîn. 
 
‘JI BO AMEDÊ BÊHN STENDINEK E’ 
 
Margosyan anî ziman ku lidarxistina fuarê ya piştî sê salan dê wî bextewar bike û got: “Fuar hatina ba hev a nivîskar û xwîner temîn dike. Ez hêvîdarim wê fuar di warê pir rengiyê de dewlemendiyê bîne. Ez hêvîdarim dê ev fuar ji bo Amedê bibe bêhn stendinek.” 
 
‘MESELEY ESASÎ XWEDÎ DERKETINA ÇANDÊ YE’ 
 
Margosyan bal kişand ser atmosfera rageşî ya welêt û wiha dewam kir: “Meseleya tiştek nîne nabe. Heke ev mesele hebe û tê înkarkirin dê ev bêtir bibe mesele û bi vê rêbazê nayê çareserkirin. Ji welatê me tu demê mesele xelas nabin. Her kes tê tiştek dike û ew mesele dimîne. Hemû mesele hatine kûrkirin. Ya herî xerab ew e meseleyek jî nehatiye çareserkirin. Êş li ser vê axê mayînde dibin. Meseleya me ya esasî ew e divê em xwedî li mîraseya dîrokî û çandê ya Amedê derkevin. Divê êşa diqewime bê dermankirin û ez vê yekê tercîh dikim.” 
 
Pirtûkên Margosyan ên bi tirkî, ermenî û kurdî wiha ne: “Kirveme Mektuplar, Gavur Mahallesi, Dicle Kıyılarında, Bizim O Yöreler, Söyle Margos Nerelisen, Biletimiz İstanbul’a Kesildi, Tanrının Seyir Defteri, Zurna, Kürdan, Çengelli İğne.” 
 
MA / Lezgn Akdenîz