'Tembûr nasnameya civakiyî ya baweriya elewîtiyê ye'

img

DERSIM - Pîr Zeynet Kete, di baweriya elewîtiyê de behsa cihê tembûrê (baxlemeyê) kir û diyar kir ku tembûr nasnameya civakî ya elewîtiyê ye. 

Di baweriya elewîtiyê de yek ji bivênevêya îbadetê tembûr (baxleme) ye. Eger kes nizanibe lê bixe jî li dîwarê her malê daliqandiye. Pîr Zeynel Kete, di elewîtiyê de behsa girîngiya cihê tembûrê kir. 
 
Kete, ku Dersimê wekî erdnîgariya Rêya Heq pênas dike, diyar kir ku netew dewlet polîtîkaya qirkirinê li Dersimê disepînin û nirxên madî û manewî yên baweriya elewîtiyê di çarmîxê de can dane. Kete, destnîşan kir ku yek ji van nirxan jî tembûr e û got: "Heta demeke nêz jî elewiyan navê baxlemeyê bilêv nedikirin. Digotin tembûr. Piştî bajarîbûnê peyva baxlemeyê di nav ciwanan de zêde hat bikaranîn. Tembûr hat jibîrkirin." 
 
‘BI MUZÎKÊ MIROV BÊTIR NÊZÎ HEQ E' 
 
Kete, bilêv kir ku di navbera jiyan û muzîkê de têkiliyek xurt heye û got: "Di abweriya elewîtiyê de mirov bi muzîkê nêzî Heq dibe. Dibe dad-dîdar. Îqrarî çêdibe. Cem û civat çêdibe. Rêya Heq, civakîbûna elewîtiyê û muzîk têkildarî hev in. Muzîk jî bi tembûr û zakir re dibe goşt û nenûna vê yekê. Zakir vexwînerê meydanê ye. Di baweriya eleqîtiyê de erkan li qadê tên kirin. Meydan hebûna heqiyê ye." 
 
‘BÎRA ME YA CIVAKIYÎ YE' 
 
Kete, destnîşan kir ku tenbûr di heman demê de awayekî rêxistinbûyînê ye û got: "Zakir li ber tembûrê, bîra civakiyî, êşên civaka elewî, berxwedanaê wê nifş bi nifş vediguhêzînin. Loma tembûr şahid, bersûc û mehkûmê her serdemê ye. Ji ber ku bandoreke wê ya zêde heye, di dema Osmaniyan de ji bo qedexekirina wê fitwe hatine dayîn." 
 
‘EM DÎROKA XWE BI TEMBÛRÊ DIBÊJIN' 
 
Kete, diyar kir ku kaniya baweriya elewîtiyê çanda devkî ye û got: "Zakir bi rêya tembûrê qewmînên dîrokî, jiyana hin şexsiyetan vedibêje. Tembûr amûra herî girîng a perwerdehiyê ye. Der barê baweriyê de çi hebin, zakir bi tembûrê dîsa wan zînde dike." 
 
Keta destnîşan kir ku di baweriya elewîtiyê de tembûr li hemberî zilma zaliman amûra propagandayê ye û got: "Sekna elewiyan a polîtîk, têkoşîn û berxwedana wan tîne ziman. Di warê çandeyî de zakir û tembûr veguhêzbarên bîrî yên herî mezin in. Zakir pêşeroj û paşerojê tîne gel hev. Tembûr ji bo elewiyan zindî ye. Li meydana Heq xizmetek heye. Ji 12 xizmetan yek jê ev e. Xwe xwar dike niyaz dike. Dengê wî êşbar e." 
 
‘NASNAMEYA ME YA CIVAKIYÎ YE' 
 
Kete got: "Hemû taybetmendiyên baweriya elewîtiyê di tembûrê de bi awayekî sembolî hene. tambûr nasnameya civakiyî ya baweriya elewîtiyê ye." 
 
‘SEKNA LI HEMBERÎ ZILMÊ YE' 
 
Kete, der barê awayî tembûrê û daliqandina wê de jî ev tişt gotin: "Tembûr tîk tê daliqandin. Wateya vê yekê j, nîşaneya sekna yîk e. Qewlikê wê heye, reş e. Wateya wê ew e ku li hemberî şer, sirgûn, şidet û qirkirinên bi hezaran sal di şînê de ye. Eger qewlikê wê sor be, ew wek a qizilbaşiyê tê şîrovekirin, kesk be ew hebûnê temsîl dike." 
 
MA / Semra Turan