Sînor’a Menaf Osman hat weşandin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Menaf Osman 53 salî ye û 25 sal e girtî ye. Osmanê ku li Hasekê ji dayik bûye û hê jî girtî ye, li xebatên xwe yên wêjeyî romeneke nû zêde kir. Romana Osman ‘Sînor’ ku bi kurdî hatiye nivîsandin ji aliyê Weşanên Aryenê ve hat weşandin. 

 
Weşanên Aryenê romana ‘Sînor’ a Menaf Osman ku 25 sal e girtiye weşand. Romana xwe bi kurdî hatiye nivîsandin. Osman 53 salî ye û li bajarê Hesekê yê Bakurê Sûriyeyê ji dayik bûye. Osman ku bi guhdarîkirina çîrokên serxet û binxetê mezin dibe, di romana xwe de cih daye gelek çîrokên serxet û binxetê. Romana ku edîtoriya wê Roj Agir kiriye redeksiyona wê jî ji aliye Rêdûr Dîjle ve hatiye kirin. Romana ku ji 176 rûpelan pêk tê û li pirtûkfirojan dikare bê peydakirin. 
 
Di romanê de çîroka malbatên ku bi sînorên xêzkirî ji hev hatine veqetandin bi van hevokan tê vegotin: “Pişt, niqaşeke dûvdirej, bi hev re gihan biryareke ku evarki tevde bi hev re biçin keşfeke dawi li ser sînor bikin. Biryara keşfê kelecaneke nuh bi Evdil re çêkiribû. Cara yekê bû dê ew "şûr"ê ku malbata wî di nîvî re kiribû du perçe bidîta! Ew sînorê ku ji nişkê ve nîvê mirovên wî kiribûn Serxetî û nîvê mayî jî kiribûn Binxetî çawa bû gelo? Bavê wî wisa jê re gotibû: "Kurê min, hema rojekê sibehê em ji xew rabûn me dît ku xet di nîvê erdên me re kişandine, û ji me re dibêjin hûn nikarin herin wî aliyê sînor, wê derê serxet e! Sînorê çi bavê min? Sînorê çi lawo, nîvê erdê me, nîvê dost û merivên me li wir mane? Gotin na wile hûn nikarin derbasî wir bibin, wê derê dewleteke din e! Gotinên ku nediketin serên dînan, dixwestin ku em jê yeqîn bikin. Lê me dizanibû ku em hîna dîn nebûne û hişê me li serê me ye. Kalikê te Soro, du ap û xalekî te, sê xaltîk û metikeke te tev li zarokên xwe, hemû tev de di şevekê de bûbûn Serxetî, em jî di heman şevê de bûbûn Binxetî!..”
 
MENAF OSMAN KÎ YE?
 
Menaf Osman di sala 1965’an de li bajarê Hesekê yê Bakurê Sûriyeyê ji dayik dibe û dibistanên xwe yên seratayî, navîn û lîseyê li vî bajar temam dike. Paşê derbasî Şamê dibe û li zanîngehê beşa erdnasî dixwîne. Ji ber xebatên xwe yên siyasî di sala 1993’an de tê girtin û cezayê heta hetayê li tê birîn. Osman li gelek girtîgehên Tirkiyeyê maye û mohra xwe avêtiye bin hejmareke zêde berhemên wêjeyî. 
 
Osman hê jî li Tirkiyeyê girtî ye û berhemên wî yên heta niha hatine weşandin wiha ne;
 
* Girê Şêran (Roman) , Weşanxaneya Aramê, 2003
 
* Şînok (Çîrok), Weşanxaneya Lîsê, 2011
 
* Namûsname (Roman), Weşanxaneya Aramê, 2012
 
* Silava Bajariyan (Çîrok), Weşanxaneya Azadê, 2013
 
* Piling – Şoreşname-1 (Roman), Weşanxaneya Arê, 2015