Çanda bêjingkirinê bi sedan salin bi destê jinê tê parastin

img
AMED – Li gundan dema bêjingkirina zad e. Li gundê Sêdeqnê yê girêdayî navçeya Farqînê jinên gund ên ku piştî nok li bênderê li ba xistin û ji kayê derxistin, li dora cêza nokan kom bûne û bêjing dikin. 
 
Li gund û gundewarên bajar û navçeyên deştê demsaliya çinînê ye. Yek ji çanda herî qedîm jî bêjingkirina genim, ceh, nîsk û nokan e. Cotkar piştî zadên xwe diçinin, li zeviyan hişk dikin, li bênderan berhev dikin û gêre dikin. Li gundê Sêdeqnê ya girêdayî navçeya Farqîna Amedê jî piştî welatiyên gund nokên xwe li bênderê gêre kirin, li ba dixin û ka û nokan ji hev cuda dikin. Piştî cêz û loda nokan li ber malên xwe vala kirin vê carê cêzê li serad û bêjingê dixin. Çend dayikên ji gund jî li hev kom bûn û loda nokan bi zibareyî bêjing kirin. Dayik bi hezkirinek mezin nokan bêjing dikin. Ev dîmen û wêneyên li gund hatin kişandin çanda sedan sal a çandiniyê bi bîra mirovan dixîne.