Rojnameger Akkuş gotinên pêşiyan û biwêjên kurdî kir pirtûk

img

ÎDIR – Rojnameger Murat Akkuş gotinên pêşiyan û biwêjên kurdî yên li taziyeya, dawet û qahwexaneyan berhev kir û kir pirtûk. 

Rojnameger Murat Akkuş li herêma Îdirê hem rojnamegeriyê dike û hem jî ketiye pey peyv, gotinên pêşiyan  û biwêjên kurd. Akkuş li tazeyaya, dawetan, qahweyan û şîn û şahiyan geriya û gotin û biwêjên kurdî berhev kir. Piştî berhevkirinê pirtûka bi navê “Gotin û biwêjên kurdan” derxist. Pirtûk ji 371 rûpelan pêk tê û 6 hezar û 650 peyv û biwêj têde cih digirin. Akkuş got ku wî keda xwe ya 30 salan daye vê pirtûkê û got: “Li her cihê ez diçûmê extiyaran gotinên kurdî digotin. Ev gotin li xweşa min diçûn. Min jî van gotinên wan di lênûska xwe de dinivîsand. Di 30 salî de li her deva ez çûmê min peyv, biwêj û gotinên pêşiyan nivîsand. Di pirtûkê de li ser jinan, çand, zeyendî, huner, civak, jiyan, siyasî û her qadê jiyanê biwêj û gotinên pêşiyan têde hene.” 
 
DÊ ÇÎROKAN JÎ BINIVÎSÎNE 
 
Akkuş da zanîn ku gelek mirovên wî li wan guhdar kiriye niha ne li jiyanê û lê gotin û biwêjên ji wan girtiye di pirtûkê hene û hemû biwêj û gotinên pêşiyan yên herêma Serhedê ne. Akkuş anî ziman ku ji ber pirtûk bi kurdî bû kesî nedixwest çap bike û OHAL’ê jê re kirin e hincet û herî dawî çapxaneyek li Kayseriyê dîtiye û çap kiriye. Akkuş got ku ew ê nivîsandina çîrokên kurdî û çîrokên evînên kurdî binivîsîne. 
 
KEDA 30 SALAN 
 
Akkuş diyar kir ku ew ji pola lîseyê ya duyemîn ve dest bi berhevkirina gotinên pêşiyan û biwêjan kiriye û di encama xebat û keda 30 salan de berhek wiha derxistiye. Akkuş destnîşan kir ku her gotinek xwedî çîrokek xwe heye û li ser her qadên jiyanê gotin di pirtûka wî de cih digirin. Akkuş da zanîn ku ev jî xizmeta pêşketina zimanê kurdî ye û hemû taybemendiya gotinên pêşiyan û biwêjên herêma Serhedê binivîsîne. 
 
MA / Mahmut Ruvanas