Putun: Îkdîtar de biçe, lê Yilmaz Guney mayinde ye

img

ÊLIH – Li şûna Sînemaya Yilmaz Guney ku hatibû şewitandin park hat çêkirin. Elîf Guney Putun, keça Yilmaz Guney, bertek nîşanî vê yekê da û got: “Îktîdar sibê hene dusibe tune ne, lê Yilmaz Guney mayînde ye.” 

Li Êlihê, piştî qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin deriyê Sînemaya Yilmaz Guney hatibû qufilandin û pişî demekê hatibû derpêşkirin ku ji ber saeta ceryanê şewat lê derketiye û sinema şewitîbû. Lê belê ji dêvla ku sinema ji nû ve bê çêkirin, niha li şûna wê park hat çêkirin. Elîf Guney Yilmaz, keça Yilmaz Guney, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku ev yek sabotaj e ku li hemberî navê Yilmaz Guney hatiye kirin. 
 
'REMAZA BERXWEDANÊ YA ÊLIHÊ YE’ 
 
Putun bi lêv kir ku êdî Sînemaya Yilmaz Guney û bajêr bûbûn wekî hev û got: “Sînema cihê çandê ye. Cihwareke ku ji bo gel serwext bike û tevakariyê li çandê bike. Her wiha ev cihwar ligel sînemayê, cihwareke ku malovaniya gelek çalakiyên çandeyî dikir. Tiştekî pir girîng e ku navê Yilmaz Guney lê hat kirin. A rastî Yilmaz Guney remza berxwedanê ya Êlihê ye. Lê îro bi polîtîkayên tên birêvebirin re dixwazin ev yek bê rûxandin. Ji ber vê yekê bi rûxandina Sînemaya Yilmaz Guney, dixwazin vê berxwedanê birûxînin.” 
 
‘JI NAVÊ WÎ DITIRSIN’ 
 
Putun anî ziman ku ji bert ê xwestin navê Yilmaz Guney bê tunekirin sinema hatiye rûxandin. Putun got: “Dema mirov bi awayekî giştî li tiştên pêk hatine binere, ez vê yekê wekî sabotajê şîrove dikim. Sabotajeke li hemberî navê Yilmaz Guney e ku tê xwestin bê tunekirin. Dema hatibû rûxandin jî min bertek nîşan dabû. Ji berê de tim tunekirina mîrateya Yilmaz Guney tê xwestin. Tiştên ku îro pêk hatin jî berhemên vê polîtîkayê ne. Em di sala 2018’an de ne, lê hîn jî îktîdar ji Yilmaz Guney ditirsin. Ji fikr û ramanên wî û ji textê wî yê ku di dilê gel de bi cih bûye ditrisin. Di dilê tirk, kurd, ermenî, ereb û her gelî de navê Yilmaz Guney heye. A rastî ji vê yekê ditirsin.” 
 
'MÎRATEYA BERXWEDANÊ YA GELÊN TIRKIYEYÊ YE’ 
 
Putun, destnîşan kir ku dibe ku wekî mekan Sînemaya Yilmaz Guney li Êlihê be, lê ev yek ne meseleya Êlihê ya hemû Tirkiyeyê ye û got: “Hîn jî fîlmên Yilmaz Guney nagihên gel. Yilmaz Guney ji bo îktîdaran navekî talûke ye. Mînakekê bidim. Di çarçoveya çalakiyên 100’emîn ên sinemaya Tirkiyeyê de Wezareta Çandê fîlmê “Rê” yê Yilmaz Guney ji hemû sefaretan re şand. Lê belê ne fîlmê “Rê” ku di sala 1982’yan de Yilmaz Guney ew sêwirandibû, fîlmê “Rê” yê ku hin deverên wê hatine sansurkirin hat şandin. Ev mînak bi xwe jî nîşan dide ku ev yek polîtîkayeke sabotajê ye. Yilmaz Guney têgeheke di ser partiyan re ye. Binerin ez nabêjim nav, dibêm têgeh. Ji bo parastina mîrateya wî tu bangawaziyek me ji bo îktîdaran tune ye. Bangawaziya me ji bo gel e. Divê mîrateya wî bê parastin. Îktîdar îro hene sibê tune ne, lê Yilmaz Guney mayînde ye. Berxwedana wî di dilê gel de cih girtiye, dê nikaribin derxînin. Divê gelên Tirkiyeyê ji bîr nekin ku Yilmaz Guney mîrateya berxwedanê ye. Loma di serî de kedkarên sînemayê, divê daxwaza me ew be ku li Êlihê Sînemaya Yilmaz Guney bê çêkirin.” 
 
MA / Metin Yoksu