‘Chalak Events’ bajar bi bajar belav dibe

img

WAN – Li Stenbolê xwendekarên zanîngehan li dijî zextên li ser zimanê kurdî û ji bo zimanê kurdî li her qada jiyanê li pêş bikeve Civaka Chalak Events ava kirin. Ev civat bi navê “Cahalak Events-Wan” dirêjî Wanê bû. 

Li bajarê Stenbolê ku bi milyonan kurd lê dijîn, komek xwendekarên zanîngehan ên kurd hatin gel hev û di demek kin de Koma Chalak Events ava kirin. Her ku diçe Koma Cahalak Events li gelek bajaran belav dibe. Kom piştî Stenbolê li Wanê jî platformek ava kir. Armanca komê ew e ku zextên li ser zimanê kurdî rawestîne û zimanê kurdî li her qada jiyanê belav bike. Xwendekarên li Wanê jî destek dan vê platformê. Komek xwendekarên li Wanê bi navê “Chalak Events-Wan” ava kirin û dest bi xebatên xwe kirin. 
 
‘EM DIXWAZIN XWEDÎ LI MÎRATEYA HAWARÊ DERBIKEVIN’ 
 
Ji endamên Komê Welat Ozalp diyar kir ku ew bi Koma Chalak Events re ketine têkiliyê û xwestine li Wanê jî komek wiha ava bikin û di encama hevdîtinan de vê komê ava kirin e. 
 
Ozalp anî ziman ku kurdî tenê ne zimanê li malê tê axaftin û wiha got: “Zimanek qedîm û dîrokî ye. Zimanê kurdî li her dever û qada jiyanê tê axaftin. Em ê hewl bidin ku li her qadê bê axaftin. Li kolanê, li taxan, malan û li nav civakê bi kurdî bê xwendin û axaftin. Ev 5 meh e wek komê em xebatên xwe didomînin. Di koma me de 20 kes hene û her ku diçe berfireh dibe. Piştî her çalakî ango bernameyê hejmara me zêde dibe. Ziman ji bo kurdan gelek girîng e. Çimkî kurdî di rewşek ku li her qadê hatiye qedexekirin de ye. Celadet Elî Bedîrxan bi Hawarê dest pê kir. Em jî dixwazin xwedî li vê mîrateyê û kevneşopiyê derbikeve. Armanca me jî ew e em kurdî li her qadê li pêş bixin.” 
 
'ARMANCA ME EW E EM KURDÎ LI HER QADÊ LI PÊŞ BIXIN’ 
 
Ji endamên Komê Serhed Serhedî jî destnîşan kir ku ew dixwazin zextên li ser zimanê kurdî bişkênin û got: “Em dixwazin ji zimanê kurdî re qadekî vekin. Em dixwazin vê qadê li pêş bixin û berfireh bikin. Armanca koma me ev e. Em komek serbixwe ne û gelek endamên me xwendekar in.” 
 
Serhedî anî ziman ku heta niha di 8 rojan de 7 bernme li dar xistin e û wiha got: “Em li ser zimanê kurdî xebatan berfireh dikin û dixwazin ev ziman bijî. Lê tengezariya me ew e ku em ji bo çalakiyan cih nabînin. Em pirsgirêka cih dijîn. Di warê cih de gelek zorî hene. Bi taybetî em di mijara cih de li benda piştevaniyê ne.”