Kovarek populer û cûda Kovara ‘Kund’ derket

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara “Kund” derket. “Kund” ku di kurdî de bi naverok, rêbaz û dirûvên xwe ji kovarên kurdî yên heta niha derketine cûdatir e, di hejmara ewil de romanûsê kurdî yê li cîhanê bi nav û deng Bextiyar Elî kiriye mijara dosyeya xwe. Her wiha Kund li Bakur tekane kovara biwêne ye jî.

Kovara kitêb, huner û çandê ya sê mehane “Kund” bi hejmara xwe ya ewil gihaşt ber destê xwîneran. Kund ku di desteya weşana wê de Burhan Tek, Bajar Mîrzeman, Umran Aran, Vecdi Demir û Xelîl Semed cih digirin, bi piştevaniya malpera firotina pirtûka pirtukakurdi.com’ê derdikeve. 
 
Di hejmara ewil a Kundê de di bin beşên wekî “dosye”, “nivîsar”, “hevpeyvîn”, “blogger”, “weşanger”, “komên xwendinê”, “bîranîneke bîrmendekî”, “nivîsa yekem”, “çîrok”, “helbest”, “serpêhatiya kitêbekê”, “taybet”, “kitêba ber serê min” û “nûçeyên edeb û hunerê” de nivîs hene. Desteya weşanê ya Kundê diyar dike ku bi vê kovarê daxwaza wan a sereke huner e, lê belê ji ber nivîsên ji wan re hatine wan çand jî li nasnava kovarê zêde kiriye. 
 
Endamê desteya weşanê ya Kovara Kundê rexnegirê wêjeyê Umran Aran behsa kovarê, armanca wê û naveroka wê kir. 
 
‘KOVAREKE POPULER’
 
Aran, diyar kir ku Kund bi cureyê xwe kovareke populer e û berê wê ne li zimreyeke taybet e û got: “Berê kovarê li temamê xwînerên kurdî ye û her kes dikare ji bo xwe tiştekî tê de bibîne.” Aran bal kişand ser motivasyona kovarê û destnîşan kir ku motîvasyona kovarê ew e ku bi zimanekî sivik giraniyeke wê li ser kitêban hebe. Aran got: “Di navenda kovarê de kitêb hene, lê di nasnava wê de huner û çand jî cih digirin. Huner daxwaza me ye, çand jî ji ber nivîsên hatî me lê zêde kir.”
 
‘KOVAREKE RENGÎN Û CUDA’ 
 
Endamê desteya weşana Kundê Aran, bal kişand ser cudatiya kovarê ya ji kovarên kurdî yên heyî û heta niha hatine derketine û got, kovara Kundê bi sê taybetiyên xwe ji yên heta niha derketine cuda dibe. Aran, bi lêv kir ku kovar di warê naverok, rêbaz û dirûvê xwe de ji yên heyî cudatir e û got: “Ji hêla naverokê ve; di hejmara yekem de beşên “dosye”, “nivîsar”, “hevpeyvîn”, “blogger”, “weşanger”, “komên xwendinê”, “bîranîneke bîrmendekî”, “nivîsa yekem”, “çîrok”, “helbest”, “serpêhatiya kitêbekê”, “taybet”, “kitêba ber serê min” û “nûçeyên edeb û hunerê” hene. Beşên wek “dosye”, “nivîsar”, “hevpeyvîn”, “helbest”, “çîrok” hema hema di her kovareke populer de peyde bibin jî beşên din qismen be jî ji bo kovargeriya kurmancî nuh in.” Aran anî ziman ku ji hêla rêbazê ve jî Kund cihêreng e, lewra dibe ku di hejmareke din a kovarê de hin beşên nû hebin û hin beşên navborî tune bin. 
 
‘HEM DÎNAMÎK HEM JÎ ÎNTERAKTÎV E’
 
Aran diyar kir ku Kund kovareke hem dinamik hem jî înteraktîv e û li gorî kovarên din xwîner bêtir xwedî rol in û got: “Mînak  kesek dikare nivîsekê binivîse û ji me re bişîne, ev tiştekî asayî ye, lê dikare navê beşa nivîsê jî diyar bike. Em bibêjin kitêbekê dixwîne û ji wê kitêbê paragrafekê ji Kundê re dişîne, dixwaze navê beşê jî ‘kitêba ber destê min be’. Ne tenê kesek em bibêjin çend kes dibêjin ‘em dixwazin li ser nifşê Hawarê dosyeyekê amade bikin.’ Kund ê ji wan re bibêje kerem bikin û wan di ‘dosyeya mêvan’ de biezimîne.” Aran destnîşan kir ku dê ev yek hem xwîneran çalaktir bike hem jî bihêle ku dê fikr û hizrên afirîner derkevin holê. 
 
Her wiha Aran ji bo hêla dirûvî ya kovarê jî got: “Ji hêla dirûvê jî Kund li Bakur tekane kovara kurmancî ye ku bi vî ebatî û rengîn û biwêne tê çapkirin.” 
 
MA / Rêdûr Dîcle