Şahîn ê Guney ew tevli sînemayê kir: Ez çîrokên mirovên ji rêzê dinivîsim

img

STENBOL - Nivîskar û senarîst Osman Şahîn ku di Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê ya 37'an de layiqî "Xelata Rûmetiyê ya Sînemayê" hat dîtin, diyar kir ku wî tevî Yilmaz Guney çîrokên xwe li sînemayê guncandine û got "Tiştên min nivîsandine çîrokên kesên ji rêzê ne. Çîrok û xeberoşkên wan jî hene. Û min zahf hez wan mirovan kir." 

Îsal di Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê ya 37'an de ku ji aliyê Weqfa Çand Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ve hat lidarxistin de, lîstikvan Perîhan Savaş, nivîskar û senarîst Osman Şahîn û derhêner Aram Guzelyuz layiqî "Xelata Rûmetê ya Sînemayê" hatin dîtin. Di 6'ê Nîsanê de xelat bi merasîmekê hatin dayîn. Şahîn, 23 çîrokên xwe li sînemayê guncandin, di van çîrokên xwe jiyana mirovên li herêmê û quntarên çiyayên Torosê vegotin. Hin ji van çîrokên Şahîn ev in; Kizgin Toprak, Kîbar Feyzo, Adak. Şahîn diyar kir ku Yilmaz Guney jê re gotiye "Belkî hayê te jê tune be, lê bavê min tu tam sînemager î". Şahîn got, 48 salin ew tiştên ku dibê şahidên wan dinivîsîne. 
 
Şahîn, bi lêv kir ku wî di çîrokên xwe de mirovê ku asê û tengijîne vegotiye û got: "Tiştên min nivîsandine çîrokên kesên ji rêzê ne. Çîrok û xeberoşkên wan jî hene. Û min zaf hij wan mirovan kir. Min mexdûrkirina wan dît. Min zêmarên wan kom kirin. Wekî nivîskarekî 48 salan dema li cem hemalekî rûdinêm û wî didim xeberdan, kêfxweş dibim. Ew zilamê ku bi wî barê li ser pişta xwe zarokê xwe dide xwendin, debara mala xwe dike ji bo min lehengek e. Ez ji mirovên plastîk hez nakim." 
 
Nêzî 70 çîrokên Şahîn hene. şahîn diyar kir ku wî di van çîrokên xwe de behsa gelê kurd kiriye û got: "Jina kurd a li keviyên Çemê Firatê zêmar lewbandin gotibû 'çavê kesê/a li xerîbiyê bimire nayên girtin.' Ev hevok tenê bi qasî ansîklopediyan çîrokan di xwe de dihebîne. Min jî çîrokên ku şahidiya wan kir nivîsandin. Mesela Çemê Firatê di dawiya Nîsanê de dema berf diheliyan bilind dibû. Gelek kes di çem de difetisîn. Di Hezîranê de dema çem nizm dibû, zarokên kurd li parkê bi heywanên werimandî dilîstin. Min zarokên li wir, gelê herêmê, şerê eşîran di pirtûkên xwe yê Kirmizi Yel, Firat'in Sirtindakî Kan'ê de nivîsandin." 
 
‘TIŞTÊN KU MIN DÎTIN NIVÎSANDIN' 
 
Şahîn anî ziman ku Yilmaz Guney ew daxilî qada sînemayê kiriye û daxilbûyîna xwe ya ji bo sînemayê wiha vegot: "Dema min radyo guhdar dikir, leqayî axaftina Yilmaz Guney hatim. Got, 'Ez ê çîroka Osman Şahîn a Xelata Mezin a TRT'ê wergirtiye bikişînim.' Kesî min nas nedikir. Wê çaxê 29 salî bûm. Roja dinê telgrafek hat. Tê de wiha hatibû nivîsandin 'Werin Guney Fîlmê em hevdu bibînin.' Çûm Stenbolê. Di dest min de telgraf çûm Guney Fîlmê. Min Yilmaz Guney qet endîtibû. Min got 'Te gazî min kiriye.' Keniya got 'Osman Şahîn tu wî?' Yilmaz Guney ez hemêz kirim. Got 'Bavê min te ev tişt çawa nivîsandine? Her hevokek te dîmenek e. Ji dilê min tê hema kamerayê wergirim û bikêşim.' Min got 'Keko tiştên ku min dîtine nivîsandine.' Du ciwanên li wir gotin 'Te Stendhal xwendiye?' Min got 'Min bihîstiye lê min nexwendiye.' Yê din jî got 'Te Balzac xwendiye.' Min got, 'Min çîrokek du çîrokên wî xwendine.' Gotin 'Te berheme wisa çawa nivîsand?' Yilmaz Guney jî got, 'Pir bi ser wî de neçin. Hûn ji pirtûkan hîn bûne, lê wî tiştên dîtine nivîsandine. Jiyan ji wêjeyê wêdetir e.' Dû re wê çîroka min bi navê 'Adak' kir fîlm. Ji nişkave min xwe di nav biratiya wêje û sînemayê de dît." 
 
 
‘JI BER KU NAVÊ ÇÎROKA MIN BI KURDÎ BÛ HAT SANSURKIRIN' 
 
Her wiha Şahîn li Tirkiyeyê sansura ku li ser wêje û sînemayê yye jî rexne kir û got: "Di sala 1973'yan de ji ber ku navê çîroka min Pîro û Zalha bi kurdî wî, navê wê hatibû guherandin. Îro jî cixareya ku 70 sal berê di fîlmê Ayhan Işik da hatiye kişadin mozaşk dikin. Araqê mozaîk dikin. Ma kesên evqas sal Ayhan Işik temaşe kirin qet nedîtin? Bila devê kesên ku heqaretê li her kesî dikin, her roj dikin cirecir û derewan dikin mozaîk bikin."