Sîlueta Keleha Dîlokê tê tarîkirin!

img

DÎLOK– Sîlûeta Keleha Dîlokê, ji ber avahiya muzeyê ku Şaredariya Mezin a Dîlokê çêdike, sîber dike. 

Şaredariya Mezin a Dîlokê, projeyeke ku sîlueta keleha bajêr xira dike xist dewrê. Şaredarî, li pêşiya Keleha Dîlokê ya li navçeya Şahînbeyê ye, "Muzeya 25'ê Kanûnê ya Panaroma" ava dike û bi vî awayî sîlueta kelehê tarî dike. Mîmar Dogan Ozdînç, projeya heyî nirxand û anî ziman ku dema proje temam bibe dê sîlueta kelehê winda bibe. Ozdînç, destnîşan kir ku windabûn û tarîbûna sîlueta kelehê di warê mîmariya bajêr de dê bibe cihê windahiyeke mezin û ji bo keleh bê dîtin divê mirov dûr biçin. 
 
Ozdînç, diyar kir ku ji bo vê yekê Şaxa Odeya Mîmaran a Dîlokê projeyeke bêheq çêkiribû, lê belê Şaredariya Mezin a Dîlokê proje betal kir û li Stenbolê bi pereyan bi fîrmayeke taybet proje daye çêkirin. Ozdînç, destnîşan kir ku cihê projeyê rast e, lê belê di warê mîmariyê de ne rast e.