Selîm Temo: Azadiya Welat dara rûmetê ye

img

AMED - Nivîskar û helbestvanê Kurd Selîm Temo, zextên li ser ziman û wêjeya Kurdî anî zimên. Temo, qedexekirina heyî jî ji bo Kurdî weke derfetekê nirxand. Selîm Temo derbarê zextên li ser çapemeniya Kurdî de jî wiha got: "Gelek kesan zimanê xwe bi rojnameya Azadiya Welat nas kirine. Azadiya Welat di çapemeniya Kurdî de wekî dara rûmetê ye." 

Nivîskar û helbestvanê Kurd Selîm Temo li Amedê pirtûkên xwe bo xwînêrên xwe destnîşan kir. Çalakiya destnîşanê di 14 û 15ê Nîsanê de bû ku bi sedan xwînêr beşdar bûn. Temo li vir bo ajansa me Mezopotamyayê ragihand ku digel hemû qedexeyan jî Kurdî li ser piya ye û dê qedexekirin ji bo Kurdî bibe derfetek. Temo bal kişand ser rojnameya Azadiya Welat jî û got: “Azadiya Welat di çapemeniya Kurdî de wekî dara rûmetê ye." 
 
'EZ BI BAWER IM DÊ EV QEDEXE DERFETÊN NÛ BIDIN ME’ 
 
Temo anî zimên ku niha di Kurdî de kûrahiyeke cûda çêdibe û Kurdî derdikive ser wateya hebûna xwe û wiha got: "Ji aliyê giranî û wateya xwe ve jî kûrtir dibe. Piştî dewletê dest danî ser Kurdî, wateya wê ya siyasî ji dest çû. Ev qedexekirinên îro dikare bo Kurdî, heya cihekê, bibe avantejek jî. Em careke din vegeriyan demên rojname, pirtûk, malper û televizyonên Kurdî yên xedexekirî. Lê ez bawer im ku ev dê hêdî hêdî bibe derfetek. Ji ber ku Kurdî bi xwe zimanekî siyasî ye. Yanî tu çi binivisî, dixwazî bila ilmî be an jî behsa biyolojiyê bike, dîsa Kurdî zimanekî siyasî ye. Qedexekirinê Kurdî vegerand ser asasê xwe yê berê ku serî neditewand û natewîne” 
 
‘KURDÎ LI SER PIYAYE’
 
Temo destnîşan kir ku zordestiya îro, dike ku Kurdî di nav xwe de bikemile û wiha berdewam kir: “Belkî pêdiviya Kurdi bi vê nebû. Lê weke encam tiştek wisa derdikeve holê. Bi her awayî Kurdî li ser piya ye.  Ez bawer im ku wêjeya Kurdî serî natewîne.” 
 
‘CIWAN BI WÊJEYÊ RE ELEQDAR DIBIN’ 
 
Temo bi bîr xist ku berê şopandina wêjeya Kurdî peywîreke neteweyî bû û wiha lê zêde kir: “Niha ciwanên temenê wan di bin bistê de wêjeya Kurdî weke xwinêr û rexnegir dişopînin.  Ev diyardeyeke nû ye. Ji bo hemû nivîskaran ev yek li dar e. Wextê romana Bextiyar Eli ya dawîn derket bi hezaran kes li benda wê romanê bûn. Niha bi hezaran ciwan bi kelecan li benda helbestên Rênas Jîyan, Kawa Nemir, Fatma Savci û helbestvanên din in.”
 
‘ME XWE BI AZADIYA WELAT NAS KIR' 
 
Temo daxuyand ku wextê rojên reş derbas bûn û azadiyeke kûrtir ji bo Kurdistanê çêbû, dê wejeya Kurdî bi hêztir bibe û wiha bi dawî kir: “Nietzsche dibêje ‘eşq serkeftina herî mezin a li hemberî Xiristiyaniyê ye.’ Ez jî dibêjim wêje serkeftina herî mezin a li hemberî dagirkeriyê ye. Gotineke Kurdî, hevokeke Kurdî an jî pirtûkeke Kurdî bi xwe serhildan e. Me xwe bi Azadiya Welat nas kir. Beriya nûçe û nivîsan me li ferhengoka rûpelê duyem dinêrî. Me bi wî awayî Kurmancî û Zazakiya xwe nas kir. Azadiya Welat wekî dara rûmetê ye di çapemeniya Kurdî de. Ez jî endamê wê nifşê me ku bi xwendina Azadiya Welat mezin bûye û xwe nas kiriye." 
 
MA - Cîhan Olmez