Di mîhrîcanê de çanda kurdî û pişaftin hate destnîşankirin

img
AMED - Di roja 4’emîn a 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de di listîka “Kas W Hanvin” de bal kişandin polîtîkayên pişavtinê yên li ser çand û hunera kurdî. 
 
8'emin Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê ku bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax” li eywana Şanoya Bajêr a Amedê ya li semta  Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê dest pê kiribû, di roja 4'emîn de berdewam kir. Gelek kes tev li mîhrîcana ku eleqeyeke zêde hate nîşandan bûn. 
 
Di bernameya îro de ewilî lîstika Serbaz a Yenîsahne ya Êlihê hate nîşandan. Lîstika serbaz çîroka 6 dînên bê zerar û bijîşkekî qasî wan balkêş vedibêje. 
 
‘PIŞAVTINA LI SER ÇAND Û ZIMANÊ KURDÎ’
 
Dû re lîstika Kas W Hanvin a Katî Hwner (Kerkuk) hate pêşkeşkirin. Di lîstika ku ji ber zextên li ser gelê kurd tên sepandin qala xemgînî û ferasetê hate kirin de bal kişandin ser bêedaletiya di nav civakan de. Lîstik di heman demê de pişaftina li ser çand û zimanê kurdî digire dest. 
 
‘EM LI DIJÎ DESTHILATAN LI SER DIKÊ NE’
 
Pişt re peyama ku Hilket Îdrîsî yê ji Koordînasyona Şanoya Kerkukê şandî hate xwendin. Peyama Îdrîsî wiha ye: “Her çiqas desthilatên faşîst û dîktator hebin em ê berdewam bikin li ser dikê bin û çand û hunera gel bidin nîşandan.”
 
Dû re Şanoya Bajêr a Amedê plaket dan lîstikvanên lîstikê. 
 
Mîhrîcan wê sibê bi lîstikên Tiyatro Mask-Tiyatro Temrîn (Amed) - Morî (15.00), Tîyatro Rîtuel-Çîrokeke Cengê (20.30) berdewam bike.