Pirtûka ewil a helbestkar Lîva derket

img

AMED – Pirtûka helbestan a ewil a nivîskar û helbestakar Suavaka Lîva “On’lara alatıyor’ gihaşt ber destên helbesthezan. 

Pirtûka helbestan a ewil a nivîskar-helbestkar Suavka Lîva “On’lara anlatıyor” (Ji wan re vedibêje) derket. Pirtûk ji Weşanên Ceren Kulturê çap bû û helbesthez dikarin li gelek pirtûkfiroşan wê peyda bikin. Pirtûk ji 3 beşan û 39 helbestan pêk tê. Lîva, rasteqîniya civakiyî bi hestên cuda li xwendevan peyda dike û wan kulîlkên çiyayî yên nehatine keşfkirin bi xwendevan dide bêhnkirin. 
 
SUAVKA LÎVA  KÎ YE? 
 
Lîva di saka 1980’yî de li Bêrecûka Rihayê hatiye dinê. Di sala 2011’an de hat girtin û niha di Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê de ye. Lîva heta niha di girtîgehê de gelek çîrok û helbest bi kurdî û tirkî nivîsandine û nivîs û helbestên wê di kovarên mîna Tîroj û Çirûskê de weşiyane. Lîva demeke dirêj e bi helbestê re elqedar dibe û “On’lara anlatıyorum” pirtûka wê ya ewil e. 9 sal cezayê girtîgehê li Lîva hatibû birîn. Wê saleke din ji girtîgehê derkeve.