Eleqeyeke mezin ji bo şeva bîranîna Dengbêj Şakiro

img
STENBOL - Dengbêj Şakiro di salvegera mirina xwe de bi kilamên dengbêjiyê hat bibîranîn. 
 
Partiya Kongreya Demokratîk (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê (GKSM) li Navenda Çandê ya Cem Karaca Dengbêj Şakiro bibîr anîn. Şeva bîranînê bi pêşkeşvaniya hunermend Devrîm Demîrê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, nivîskar Mûrathan Mûngan, ji malabta Dengbêj Şakiro Teyfîk Denîz, hevalên Şakiro, Dengbêj Kazo, Dengbêj Zahiro, Dengbêj Xenî, Dengbêj Mihemedê Beyro, endamên partiyên siyasî jî di nav de bi sedan kes tevli şeva bîranînê bên. Ji ber ku li hêwanê qoltixên vala neman, gelek temaşevan jî li korîdorê rûniştin. 
 
Ewilî nivîskar Mûrathan Mûngan axivî. Mûngan got: "Di vê dema ku wijdan, edalet, heqaniyet û wefadarî windabûye de, qedirxanî girîng e. Di demeke wisa de ku fikar zêde bûne, lidarxistina şeveke wisa girîng e. Malavayiya wan kesan dikim ku ev şev li dar xistin. Ez kesên ku kevneşopiya dengbêjiê bibîr tînin pîroz dikim." 
 
Mûngan bal kişand ser girtiyan jî û got: "Silav li kesên ku desthilatê ew di girtîgehan de dîl girtine." 
 
Paşê koma şanoyê ya GKSM'ê li paş perdeyê kilama "Kekê Xiyaseddîn" a Şakiro got. 
 
Hunermend û nivîskar Omer Guneş, Îbrahîm Şahîn, Hozan Marûf û Hozan Şemdîn peyameke bi vîdeo şandin. Ciwan Haco jî peyama xwe bi nivîskî şand şeva bîranînê. 
 
Hevalên Şakiro Dengbêj Kazo, Dengbêj Zahiro û Dengbêj Mihemedê Beyro jî behsa hevaltiya xwe ya bi Şakiro re kirin. Paşê dengbêjan kilam gotin. 
 
Piştî sînevîyona derbarê jiyana Şakiro de, birayê wî Teyfîk Denîz got gel ji wî bêtir Şakiro nas dike. Denîz destnîşan kir ku her kes Şakiro nas dike û jê hez dike. Denîz piştî axaftinê kilameke ku li ser Şakior çêkiriye got. 
 
Di dawiya bîranînê de jî dîwana dengbêjan hat danîn. Dengbêj Salihê Qubînî, Dengbêj Hediye, stranbêj Eylul Nazlier, Dengbêj Erhan Kaya kilam gotin.