Ciwan Haco: Ruh û mejiyê me êdî şerê kurdan ê li dijî hev ranake

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendê kurd Ciwan Haco got ku Tirkiyeyê li dijî çand û zimanê kurdî şer daye destpêkirin û têkildarî êrişên li ser destkeftiyên kurdan jî wiha got: “Divê tevahiya hunermend, rewşenbîr, rojnameger û rûspiyên kurd ji bo tifaqê bang bikin. Mejî û ruhê me êdî şerê kurdan ê li dijî hev ranake.”
 
Yek ji hunermendên kurd ên gewre Ciwan Haco, têkildarî qedexeyên li ser şano û konserên hunermendên kurd û êrişên li ser Herêma Federal a Kurdistanê axivî. Haco, ji Rojnameya Yenî Yaşamê bi Ahmet Guneş re axivî û qedexekirina lîstik û konserên kurdî şermezar kir. 
 
Ciwan Haco anî ziman ku şerê Tirkiyeyê yê li dijî kurdan, şerekî li dijî çand û ziman e û wiha domand: “Ew li dijî me şerekî bi vî awayî dimeşînin. Weke her carê dibêjim, derd û şerê van ne ji bo xaka me ye. Em jixwe li ser xaka xwe dijîn. Şerê wan li dijî ziman, sekn, huner û çanda me ye. Em kurd li jiyana xwe dinihêrin û tevî her tiştekî jî dijîn. Weke kurd, divê em berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Baş e lê divê em li dijî van çi bikin? Divê em girîngiyê bi zimanê xwe bidin. Divê em li her deverê bi zimanê xwe biaxivin. Divê em bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivîn. Heke ziman hebe em dikarin bibêjin em jî hene. Heke zimanê me nebe, em jî tune ne. Lewma ziman, hêmayekî jiyanî ye. 
 
A rast, di van demên dawî de ez xebatên hunermend û muzîkjenên kurd ji nêz ve dişopînim. Û dibînim ku karên gelek hêja dikin. Hunermendên kurd xebatên gelek delal dikin. Bi kelecanî wan dişopînim û tevekan jî pîroz dikim. Organîzeyên gelek hêja û berhemên hêja diafirînin. Gelê kurd jî li wan xwedî derdikeve û eleqeyeke wan a mezin bo wan heye. Ez bi erênî li dinihêrim û dibînim. Lewma tehemûla vê nakin. Weke hemû gelan, gelê kurd jî eleqeya xwe bi konser, çalakî û lîstikan heye. Vaye li dijî vê ne. Naxwazin kurd dilxweş bibin û xwedî li çanda xwe derkevin. Dilê kurdan bi çi şa bibe, êrişî wir dikin.” 
 
‘DI HER KÊLIYÊ DE EM BI KURDÎ BIAXIVIN’ 
 
Haco, qedexeyên ji bo konserên hunermendên kurd jî weke “derserdemî” pênase kir û wiha got: “Ev mejiyê qedexeker êdî li tu devera cîhanê nîne. Dewletan êdî dev ji van ehmeqiyan berdan. Ji Efrîqayê ta Latînan, ji Amerîkayê heta Asyayê, li tu deveran êdî tiştekî wiha nîne. Tu welat êdî van tiştan nakin û qedexeyan nayînin. Dijminatiya li dijî ziman tenê li Tirkiyeyê heye. Ziman, hebûn, nasname û muzîka me înkar dikin. Peywira me ya li hemberî van qedexeyan ew e ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê em zimanê xwe derxîn pêş. Dema em rûdinin, dema radibin jî divê em bi kurdî xeber bidin. Stranên bi kurdî bi zarokên xwe bidin guhdarîkirin û bila bi vî zimanî mezin bibin. Hebûna me, girîngtir û pîroztirîn hebûna me, ziman e, ziman e, ziman e. Di vê çarçoveyê de divê em bi zimanê xwe biaxivîn û li her deverê xwedî li huner û hunermendên xwe derkevin. Em bi kurdî biafirînin, muzîkên baş çêbikin û huneran çêbikin. Israra di vê mijarê de, rêbazeke têkoşînê ye.” 
 
BAL KIŞAND SER YEKITIYÊ 
 
Derheqê êrişên li ser destkeftiyên kurdan de jî Haco ev tişt anî ziman: “Ez, şerê di navbera kurdan şermezar dikim û dibêjim ku tiştekî baş nîne. Ez li gel tu aliyan nîn im. Ez, hunermendê hemû kurdan im. Dixwazim vê bibêjim; ez nabêjim filan kes sûcdar e yan jî yê din. Rêza min bo hemû partiyên kurd heye. Divê em kurd li dijî hev şer nekin. Divê em ji hev hez bikin. Divê em li ser televîzyonan û li deverên din hev wekî xayînan nîşan nedin. Her kesî bi qasî ku ji dest dihat têkoşiya û ji vî gelî re xizmet kir. Jixwe ji ber nebûna tifaqa xwe em di vî halî de ne. Divê em pêşî li ber şerê navxweyî yê kurdan bigirin. Divê em şerê birakujiyê teqez qebûl nekin. Ez, şerê kurdan ê li dijî hev weke xwekuştinê pênase dikim. Hewceye hemû hunermend, rewşenbîr, rojnameger û rûspiyên kurd bên ba hev û banga tifaqiyê bikin. Divê hemû kes li dijî şerê navxweyî yê kurdan derkeve. Êdî mejî û ruhê me vê ranagire. Divê em biratiya xwe xurtir bikin.” 
 
‘EM Ê AZAD BIJÎN’ 
 
Hunermend Ciwan Haco, axaftina xwe wiha qedand: “Divê em li hev xwedî derkevin û yekitiya xwe pêk bînin. Em dilê kesên li dijî me şer îlan kirine şa dikin û bi daxwaza wan dikin. Divê em dilê kesên ku li ser xaka me ev tişt hêjayî me dîtine xweş nekin. Weke kesên xizmet ji civaka kurd re kirine, em vê yekê qebûl nakin. Bi van hewldanên xwe re em xizmetê ji kesên em qir kirine re dikin. Kesek xayîn nîne, her kes xwedî kedekê ye lê em nikarin yekitiya xwe ava bikin. Em gelekî rengîn in. Li seranserî cîhanê zêdetirî 50 milyon kesan in. Bêguman em mecbûr nînin wekî hev bifikirin. Dê nêrînên me yên cuda jî hebin. Kesek mecbûr nîne heman partiyê biparêz e. Divê em rêzê ji hev û cudahiyên hev re  bigirin. Hewceye em ji hev re nebêjin xayîn û hinek çêkertir bin. Êdî divê em yekitiya xwe ava bikin û ji bo mafên xwe têbikoşîn. 
 
Serkeftin a gelê me ye. Mîna her miletekî, hem jî dê li ser rûyê erdê azad bijîn. Şerê me li dijî tu gelan nîne. Şerê me ne li dijî tirk û farisan û ne jî li dijî ereban e. Tenê daxwaza me ew e ku li ser xaka xwe azad bijîn. Em dixwazin pirsgirêk bi rêya hezkirin, guftûgo û bi awayekî demokratîk bên çareserkirin.”