Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê

img
AMED - Mamosteya nîgaran a Kooperatîfa Ziman, Huner û Perwerdeyê ya Ankayê Şehrîban Aktarli, derbarê xebatên hunerê yên bi kurdî de axivî û ji malbatan xwest ku zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê. 
 
Kooperatîfa Ziman, Huner û Perwerdeyê ya Ankayê ku beriya çend salan hat avakirin, salike ku bi zaravayên kurmancî û kirmançkî yên kurdî û îngilizî perwerdeya hûnere dide. Zarokên ku di bin siya kooperatifê de perwerdehiya wênesaziye dibînin, du roj berê li Amedê pêşengehek wêneyan vekirin. Mamosteya nîgaran a kooperatîfê Şehrîban Aktarli, derbarê pêşengeha ku vekirin û xebatên kooperatîfa xwe de axivî. 
 
'PÊŞKETINA WAN HÊVÎ DIDE ME'
 
Şehrîban Aktarli, diyar kir ku her zarok ji bo wan wek cihaneke û ji bo pêşendana pêşengehe de ev tişt anî ziman: "Dema ku me ew zîrekî û berhemên wan ên hûnerî dît me xwest ku bi zimanê kurdî pêşengeheke bi vî rengî vekin. Me pêşengehê li ser fikr û peşniyarên zarokan vekir. Her wiha fikrên wan ên derbarê mijara jinê, ekolojî û xwezayê de jî hezek dide me. Yanî di aliyê fikr û çanda kurdî de pêşketina wan hevî dide me.”
 
'zAROK JI XWE BAWER DIBIN'
 
Aktarli, derbera xebatên Kooperatîfê de jî ev tişt gotin: "Di qursan de zarok bi zimanê xwe bizaravayên kirmançkî û kurmancî yên kurdî perwerde dibînin. Ji xeynî kurdî îngilizî jî fêr dibin. Di heman demê de atolyeyên hûnerê jî hene, perwerdehiya muzîk, wêne û dramayê zarok dibînin. Dema me ew xebat dan destpêkirin, afinêrîya zarokan, pêşketina fikr û rêmanên wan zêdetir hezek da me. Dema zarokêk bi zimanê dayika xwe perwerdehiya xwe bibîne li ser fikr û hûnera wî jî bandorêk erênî dike. Berîya her tiştî zarok ji xwe bawer dibin. Mafê her zarokî heye ku bi zimanê xwe perwerdehiya xwe bibîne ji ber we em li ser vê rê û rêbazê xebatên xwe dimeşînin."
 
ARMANCA KOOPERATÎFÊ YA JI HUNERÊ
 
Di berdewamê de Aktarli, destnîşan kir ku ji nêrina fermî cudatir nêzî hunerê dibin û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Armanca me ew e ku zarok ji çand û zimanê xwe dûrnekevin. Perwerdehiya bi zimanê dayikê em ji xwe re esas digirin. Em ji sedî sed hûnerê giredayî aborîyê nabînin. Hûner ji bo me mijareke berfireh e. Mafê her zarokekî heye ku perwerdehiya hûnere bigire. Wê demê mirov pêşketina wan di aliyê fikrî de jî dibîne.”
 
BANG LI MALBATAN
 
Aktarli, di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku divê her zarok hûnera xwe bi zimanê xwe bike û ew bang li malbatan kir: "Em dixwazin her mirov bi avayekî azad bi zimanê xwe bijî.  Alternatîfen me yên ku zarok bi zimanê xwe perwerde û hûnere bibînin hene. Daxwaza me ji malbatan ew e ku bila zarokên xwe bişînin wan cihan. Divê teqez her zarokê kurd perwerdehiya hûner û zimanê xwe bibîne û bi zimanê xwe hûnera xwe bike."