Muzîkjen Arzû: Divê stranên me ji gel re bibin hêvî

img
EDENE - Muzîkjen Îlyas Arzû destnîşan kir ku divê li dijî şibandina hev a hunerê û qedexeyan divê di hunera civakî de israr bikin û wiha got: "Divê stranên me ji gel re bibin hêvî."
 
Di demên dawî gelek konser û lîstikên şanoyan tên qedexekirin an jî tên betalkirin. Têkildarî van astengî û qedexeyan Îlyas Arzû ji ajansa me re axivî.  Arzû, da zanîn ku malbata wî ji Şirnexe koçî Edeneyê hatiye kirin ew jî li Edeneyê ji dayik bûye. Arzû, diyar kir ku ji ber ku bavê wî kete girtîgehê, neçûye zanîngehê û piştî ku 10 salan di înşeatan de xebitî, xeyala xwe yê mûzîkê li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) pêk aniye û niha jî xebatên xwe di bin saziya Navenda Çandê ya Binevşê de berdewam dike. 
 
Derheqê Arzû de gelek caran lêpirsîn hatiye vekirin û 2 caran jî hatiya girtin. Arzû, destnîşan kir ku ew di zarokatiya xwe de bi muzîkê re eleqedar dibe û gotina stranên gelê kurd ê ku tune tê hesibandin jê re çavkaniya jiyanê ye. Arzû, diyar kir ku di zarokatiya xwe di pola 3'yemîn de ji bo pêşbirkekê xwe amade kiriye û stranên kurdî gotiye. Bi domdarî Arzû wiha got: "Di salên 2000'an de min perwerdeya tembûr û gîtarê dît. Di sala 1994'an de ez çûm NÇM'ê û di sala 2000'an de jî tev li saziyê bûm. Sedema bingehîn a çûyîna min a wir ew e ku tenê li wir çand û hunera kurdî bi awayekî resen tê kirin û bi awayekî rêxistinî tê meşandin. Di NÇM'ê de huner bi kûr û hûr tê destgirtin, şopandin. Bi serbilind im ku li vir xebatan dimeşînim."
 
'DI HUNERA CIVAKÎ DE ISRAR'
 
Arzû bi lêv kir ku ew ji roja destpêkê heya niha gelek caran hatiye binçavkirin, der barê wî de gelek lêpirsîn hatine vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min di stranên gelê xwe de israr kir lewma du caran bi awayekî derhiqûqî hatim girtin û gelek caran jî hatim binçavkirin. Pergala heyî di halê hazir de takekesiyê li mirov ferz dike. Ez û hevalên xwe jî li dijî ve feraseta li dijî civakî, di hunera civakê de israr dikin. Ev yek ji serdestan aciz dike û dixwazin me biçewisînin. Divê em li dijî yektîpkirina hunerê di hunera civakî de israr bikin."
 
'HUNER HEQÎQETÊ NÎŞAN DIDE'
 
Bi domdarî Arzû anî ziman ku gelê kurd ji her alî ve tê tecrîdkirin û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Îro gelê kurd û gelên li Rojhilata Navîn Ocalan ji bo xwe weke 'Rêber' dibînin. Ocalan, ev demekî dirêje di bin tecrîdê de ye. Kîjan wijdan dê vê yekê qebûl bike? Ji ber ku huner karê wijdanê ye û heqîqetê nîşanî gel dide. Ji ber vê yekê hunermendên ku dixwazin heqîqetê nîşan bidin tên hedefgirtin, rastî polîtîkayên çewisandinê tên. Mînak Nûdem Dûrak ji ber ku stranên kurdî got, 19 sal ceza lê hatiye birîn û ev 7 sal in di girtîgehê de pirsgirêkên tendûrîstiyê yên giran dijî. Navê vê yekê zilm e. Divê hunermendên rexnegir bi hêza xwe li dijî faşîzmê têbikoşin û di jiyana azad û demokratîk de israr bikin." 
 
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Herî dawî jî Arzu ev tişt anî ziman: "Li dijî tundiyan, hewcehî bi seknekî biisrar û rêxistinkirî heye. Hunermend niha ji hev gelek parçe ne û birêxistinkirî nînin. Ev yek jî hêz dide pergalê. Divê plansaziyeke çalakbûnê were amadekirin û em bi stranên xwe ji gel re bibin hêvî. Em mecbûr in ku rola xwe ya dîrokî bilîzin." 
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen