‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’

img

AMED - Hunermend û şanogerên kurd diyar kirin ku xetereyeke mezin li ser zimanê kurdî heye û wiha gotin: “Ziman, hebûn û tunebûna gelekî ye. Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye. Em banga xwedîderketina li ziman û tevlibûna meşa 15’ê Gulanê dikin.” 

Celadet Elî Bedîrxan, Osman Sebrî û rewşenbîrên kurd di 15’ê gulana sala 1932’yan de bi tîpên latînî kovara Hawarê li Şamê derxistin. Kovara Hawarê di wêjeya kurdî de yekemîn kovar bû ku bi tîpên latînî hate weşandin. Gelê kurd di sala 2006’an de bi wesîleya weşana Kovara Hawarê, 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî ragihand. Ji wê salê ve jî 15’ê Gulan weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Wekî salên berê, gelê kurd vê cejnê jî di bin zext û astengiyan de pêşwazî dike. Li gel van zextan jî di çarçoveya pîrozbahiyan de bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ve amadekarî tên kirin. Têkildarî Cejna Zimanê Kurdî şanogêr Berfîn Emektar û stranbêj Şîlan Dora ji ajansa me re axivîn.
 
Şanoger Berfîn Emektar bi lêv kir ku şanoya bi zimanê dayikê tê kirin, bandoreke erênî li ser derûniya mirovan dike û wiha got: “Ez şanoyê bi zimanê xwe dikim û ev yek ji bo min pir pîroz e. Lê mixabin ji ber ku zimanê kurdî ji mafê perwerdehiya fermî bêpar hatiye hiştin, em wek şanogerên kurd jî bi zehmetiyan şanoya re rû bi rû dimînin. Her çiqas zimanê min ê nava jiyanê kurdî be jî, zimanê hunerê cudaye û divê mirov baş pê bizane. Lewma ez fêrî kurdî bûm da ku bikarim şanoyê bi kurdî bikim.” 
 
‘HEKE EM ZIMAN WINDA BIKIN DÊ TIŞTEK LI HOLÊ NEMÎNE’
 
Bi domdarî Emektar anî ziman ku pişaftina li ser zimanê kurdî gihiştiye astekî mezin û ji bo xwedîderketina li ziman jî ev bang kir: “Xetereyeke mezin li ser zimanê kurdî heye. Nifşê nû pir kêm bi kurdî diaxivin. Edî li gundan jî zarok bi kurdî naaxivin û pişaftin di asteke zêde de ye. Lewma divê di zûtirin dem de zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Em bi vî awayî bikarin pêşî li vê pişaftinê bigirin. Dibe ku 10 sal piştre em temaşevanên kurdî jî nebînin. Ji ber ku roj bi roj axaftina bi kurdî kêmtir dibe. Heke em ziman winda bikin dê tiştek li holê nemîne. Lewma banga min ji bo gelê kurd ew e ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li her tiştekî ye. Ziman, hebûn û tunebûna gelekî ye. Ji ber vê yekê bila hemû kes beşdarî meşa 15’ê Gulanê bibe.”
 
‘TAYBETMENDIYA STRANBÊJÊN KURD ZIMAN E’
 
Stranbêj Şîlan Dora jî diyar kir ku ji ber ku stranên xwe bi kurdî distrên bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin û wiha domand: “Tevî astengiyan jî em stranên xwe bi ziman û çanda xwe distrên û bi nasnameya xwe dijîn. Têkoşîna me jî ev e. Xwedîderketina li ziman, sekna li dijî pişaftinê ye. Heke tu bi çanda xwe nejî û di nava jiyana rojane de zimanê xwe bi kar neyînî, ev yek dê rê li ber tunebûna gelekî veke.”
 
JI BO ÇALAKIYÊN 15’E GULANÊ BANG KIR
 
Di dawiya axaftina xwe de Dora destnîşan kir ku bi minesebeta Cejna Zimanê Kurdî bernameyên cur bi cur tên lidarxistin û ji bo xwedîderketina li ziman û tevlibûna çalakiyan jî ev bang li gelê kurd kir: “Divê em di jiyana rojane de bi zimanê xwe bijîn. Di nava mala xwe de û bi zarokên xwe re divê em bi kurdî biaxivin. Banga min ji bo tevahiya gelê me ew e k udi 15’ê Gulanê de beşdarî çalakiyan bibin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Kesen ji xwe re dibêjin kurd, divê xwedî li vê rojê û dîrokê derkevin.”