Rûhê çiya û axê bi stranên kirmanckî vedibêjin

img

DERSIM – 3 mamosteyên muzîkê ji zarokatiya xwe ve bi hunerê ve mijûl in û di bin navê koma Mava de bi zimanê dayikê yê kirmanckî distrên. Kom rûhê çiya û axê bi stranan vedibêjin û dê di demek nêz de albûma nû ya komê derkeve. 

Li Dersimê 2 sal berê niha 3 mamosteyên muzîkê hatin ba hev û bi zimanê dayika xwe kirmancki ji bo hunerê vebêjin koma bi navê Mava ava kirin. Komê sala ewil albûmek ji 8 stranan pêk tê derxist û ji bo albûma nû xebatên xwe bi leztir kirin. Endamên komê bi awayekî amator dest bi vî karî kirin û ji bo karê xwe li pêş bixin û dengê stranên xwe bi dinyayê bixînin û zimanê dayika xwe bi stranan bidin nasîn din ava hewldanan de ne. Komê got ku gotin û awazên stranan aîdî wan in û bi kirmancki difikirin û bi kirmancki dinivîsînin. Endamên komê behsa xebatên xwe kirin. 
 
MÜZİĞE İLGİ AİLEDEN GELİYOR
 
Endamê komê Zeynel Abidîn Gungor anî ziman ku ji zarokatiya xwe ve bi muzîkê re eleqadar dibe got: “Min bi tembûrê dest bi karê muzîkê kir. Di dibistana navîn de min xwe ji beşa konservatuarê amade kir. Min li Zanîngeha Dîcleyê xwend. Berê jî xebatên me yê komê çêbûn. Ya ku ruh da min û li jiyanê girt û nêîna min a jiyanê guhert muzîk e.” 
 
‘YÊ ME DIDE JIYÎN ZIMANÊ DAYIKA ME YE’ 
 
Gungor diyar kir ku piştî ew ji zanîngehê vegeriya Dersimê li gel hevalê xwe koma Mava ava kirin û wiha got: “Me bi derfetên tune komê ava kir. Avakirina koma me jî wek ku darekî li çolê şîn bibe. Bi taybetî em bi zimanê dayika xwe dinivîsînin û dibêjin. Ya me li ser piya digire û dide jiyîn zimanê dayika me ye. Em bi zimanê dayika xwe bêtir xwe baştir îfade didkin. Elbet daxwaza me ya sereke ew e ku em bi zimanê dayika xwe ku ber bi windabûnê ve diçe hunerê bikin û bi zimanê xwe bi hunerê bidin nasîn. Em dixwazin hin bêtir stranên kirmanckî li pêş bixin.” 
 
‘EM Û HUNERÊ NE AZAD IN’ 
 
Gungor got ku herî zêde strananên wan ji aliyê ciwanan ve tên temaşekirin û got: “Ev jî ji bo me gelek xweş e.” Gungor behsa azadiya hunerê ya li Tirkiyeyê kir û wiha domand: “Li vî welatî huner ne azad e. Afirandina hunerê gelek girîng e. Dema mirov evîn, hezkirin, xweza û êşa xwe bi zimanê xwe tîne ziman, li vî welatî wek sûc dibînin. Di rewşa heyî de her çiqas em bi zimanê dayika xwe stranan bêjin jî, lê em ne azad in. Me xebatên bileztir kir. Ji bo em li welatên cuda konseran bidin hewldanên me hene. Em ê di demek nû de bi stran û albûmek nû li pêşberî guhdarvanên xwe bin. Em dixwazin xwe li her deverê cîhanê bigîhînin mirovan.”
 
‘AXA ME RÛHÊ HUNERÊ DIDE’ 
 
Endamê komê Erhan Erdener ê li gîtar û tembûrê dixe jî da zanîn ku her tim muzîk di navenda jiyana wî de bûye û bi malbata xwe muzîkê nasiye. Erdener destnîşan kir ku eleqeya wî ya li hember muzîkê ji zarokatiyê ve tê û got: “Em di şopa yên çanda Dersimê bi muzîkê ji cîhanê re dan nasîn de dimeşin. Rûh û zimanê ax û çiyayên me hene. Axa me rûhê hunerê dide me.” 
 
‘EM ZIMANÊ XWE BI HUNERÊ TÎNIN ZIMAN’ 
 
Endamê din ê komê Azîz Erdogan jî li tembûra kal û pîrên elewiyan dide û got ku serpêhatiya wî ya muzîkê ji ya hevalên wî ne cudatir e û dersa muzîkê ji malbata xwe fêr bûye. Erdogan ev tişt got: “Em dixwazin ziman û nasnameyaxwe bi awayek hunerî bînin ziman. Em dixwazin vê çandê bigîhînin nifşên siberojê. Em zimanê xwe yê li ber ji bîrkirinê ye bi stranan zindî dikin.” 
 
MA / Semra Turan