Belgefîlma 'Demans' dê li Êlihê bê nîşandan

img

ÊLIH - Belgefîlma bi navê "Demans" dê li Êlihê bê nîşandan. Belgefîlm, behsa Heskîfa ku di bin avê de maye dike.

Belgefîlma bi navê "Demans" piştî Amed û Stenbolê dê li Êlihê jî bê nîşandan. Demans, behsa Heskîfa dîrokî ya di bin avê de hat hiştin dike. Belgefîlm bi tevkariya Komeleya Şopandin û Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê hatiye amadekirin. Galaya belgefîlmê di 1'ê cotmeha 2021'ê de li Amedê hat çêkirin û di 7'ê kanûna 2021'ê de jî li Stenbolê hat nîşandan. 
 
Belgefîlm, dê di 8'ê gulanê de saet di 7'ê êvarê de li Êlihê bê nîşandan. 
 
Derhênerê belgefîlmê Rêvebirê Komeleya Şopandin û Lêkolîna Koçberiyê Rênas Yildiz, diyar kir ku wateya peyva "Demans"ê ku navê belgefîlmê ye jî, "jihişçûyîn" e û peyveke latînî ye. Yildiz, bi lêv kir ku ji bo "bîrê" destnîşan bikin ev peyv tercîh kirine û wiha got: "Deman, têgeheke tibê ye, nexweşînek e. Desthilat ji bo bîra xwe biafirîne, bîra gelê kurd tune dike û bîreke nû ava dike. Me pêwendiyeke diyalektîk bi vê têgihê re danî û me xwest em bi vî awayî bidin der. Anku me xwest em naveroka têgeha bîrê bi bîreke nû tije bikin."
 
BÎR Û ÇÎROK
 
Yildiz, diyar kir ku belgefîlm li ser Bendava Ilisûyê û 199 jîngehên ji ber bendavê hatine valakirin disekine û wiha berdewam kir: "Belgefîlm, li ser gelê kurd ku jîngeha wî di bin avê de hatiye hiştin û ji ber vê koçber bûye û li ser meseleya bîrê disekine. Li Êlih, Amed, Sêrt, Mêrdîn û Şirnexê, yanî ev bendav bandor  li 5 bajaran kiriye. Piştî 199 jîngeh di bin avê de mane, bandorên travmatîk ên Bendava Ilisûyê xwe dan der. Belgefîlma Demansê jî li ser vê sekinî." 
 
FÎNAL DÊ LI ÊLIHÊ BE
 
Yildiz, destnîşan kir ku dê fînala belgefîlmê li Êlihê be û ji bo vê bang li şêniyên bajêr kir: "Me xwest em vê hovîtiya li hemberî çand û dîroka gelê kurd bidin der. Kesên ji bo temaşekirina belgefîlmê bên, dê bibînin bê ka li vira dîrok çawa bi awayekî hovîtî hatiye tunekirin. Em gelê Êlihê vedixwînin pêşangeha wêneyan û temaşekirina belgefîlmê. Dê piştî nîşandana belgefîlmê dengbêj jî bistrên." 
 
MA / Fethî Balaman