Li Amedê dê rojên filmên ekolojiyê bên lidarxistin

img

AMED - Komeleya Ekolojiyê dê bi şahiya Rojên Filmên Ekolojiyê sê rojan balê bikişîne ser talankirina ekolojiyê. 

Komeleya Ekolojiyê di navbera 6-8’ê gulanê de şahiya Rojên Filmên Ekolojiyê li dar dixe. Şahî bi piştevaniya ekolojistan tê lidarxistin. Komele dê bi van rojên filman balê bikişîne ser talankirina ekolojiyê. 
 
Di şahiyê de dê filmên wek “Kevir û Av” ê Nalîn Acar, “Dîroka Mirina Avê” ya Elî Ergul, “Tovê Xerab” ê Ethem Ozguven, “Eşêvvan, Xewn, Giha” yê Zelal Adak, “Mehla Qore” yê Fatma Çelîk, “Çengek Genim” ê Ardîn Dîren cih digirin. Her wiha dê derhênerên filman pişî nîşandana filman gotûbêj bên lidarxistin. 
 
Cihê û dîroka film bên nîşandan wiha ne: 
 
“* 6’ê gulanê ‘Kevir û Av’ û ‘Dîroka Mirina Avê’ - Navenda Hunerê ya Mordemê - saet 19.00
 
* 7’ê gulanê, ‘Eşêvvan, Xewn, Giha’ û ‘Tovên Xerab’ - Baxçeyê Aromatîk ê Tibî yê Gaia Ekolojî - saet 19-30
 
* 8’ê gulanê, ‘Mehla Qore’ û ‘Çengek Genim’ - Hewş Kafe - saet 19-30”