Behra helbestan: Asoya Helbesta Kurdî

img

AMED - Sepana Asoya Helbesta Kurdî ya ku bala helbesthezan dikişîne xebatek berfireh bi rê ve dibe. 3 hezar û 267 helbest, 477 helbestkar, 2 hezar û 607 helbestên kurmancî, 122 helbestên kirmanckî û 549 helbestên soranî di sepanê de hene.Yek ji avakarê sepanê Rênas Xendekî got armanca wan ew e ku ew xizmeta wêje, helbest û hunera kurdî bikin û ji bo xwîner hêsantir xwe bigihînin helbestên kurdî serî li rêbazek wiha dane. 

Helbesta kurdî bi sedan sal in tê nivîsandin û di wêjeya kurdî de cihek pir girîng digire. Helbesta ku bi sedan sal in tê nivîsandin bi xwe re bi sedan helbestkar gihandiye. Helbestkarên kurd di helbestên xwe de êş û azarên kurdan kişandiye, hesreta azadiyê, xweza, evîn û bindestiyê nivîsandiye. 
 
Helbesta kurdî ku bi kedeke mezin hatiye û hê jî tê nivîsandin îro li ser înternetê bi gelek sepanên cuda tê ragihandin. Yek ji van sepanan jî sepana Asoya Helbesta Kurdî (AHK) ye. Sepan ji aliyê parêzer û berhevkar Rênas Xendekî û hevkarê wî Mazlum Ozdogan ve tê birêvebirin. Sepan bi salane bênavber helbestên bi sedan helbestkarên kurd diweşîne û pêşkêşî xwînerena dike. Di encama xebatek keda wê zêde û zor de bi hezaran helbest li sepanê hatine barkirin û bi sedan helbestvan cih digirin.
 
Ji Baba Tahirê Uryan (Hemedanî), Elî Herîrî, Melayê Batê, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Pîremêrd û Cegerxwîn bigire heta helbestvanên roja me ya îro gelek helbestkarên navdar hene. Bi kurtasî ji helbesta klasîk a kurdî bigire heta helbesta nûjen a kurdî ji bo xwîneran hatiye amadekirin. 
 
Li ser armanc û naveroka sepanê em bi avakarên sepanê Rênas Xendekî û Mazlum Ozdogan re axivîn. 
 
Armanca Asoya Helbesta Kurdî çi ye?
 
Asoya Helbesta Kurdî yanî em bi kurtasî bêjin sepan bi qasî 10 berg helbest piçûk dike û dixe berîka we, tîne ber destê we, dike bin tiliyên we.
 
Îro gelek kar êdî ketiye ser ekranên telefonê. Telefon ketiye nava jiyana mirovan. Bivê nevê wêje jî xwe diguhere, li gor pêşketina teknolojîyê wêje jî xwe adapte dike. Dewra kaxezê hêdî hêdî diçe û şûna wê telefon û amûrên elektronîk digire. Pirtûk, rojname û kovar hêdî hêdî diçin, şûna wan curbicur e-pirtûk, e-rojname û malper tên. Di vê pêşketinê de divê kurdî jî para xwe bigire, jê kêm nemîne. Girêdayî van tiştan me xwest dema kesek bixwaze xwe bigihîne helbestên kurdî her carê û her gavê bi saetan neçe nava pirtûkan negere, li her cihî hema bi tikandinekê bi hezaran helbestên kurdî peyda bike û vê tiştê di berîka xwe de bikaribe bigerîne. Asoya Helbesta Kurdî yanî em bi kurtasî bêjin sepan bi qasî 10 berg helbest piçûk dike û dixe berîka we, tîne ber destê we, dike bin tiliyên we. 
 
Çima navê sepana we Asoya Helbesta Kurdî ye?
 
Meseleya nav ji sepanê kevntir e. Berî em sepanê çêkin jixwe bi vî navî hesabê me yê facebookê hebû. Me di rûpelê de dîsa helbest belav dikir û bûyer û mîtîng û çalakiyên helbestî digihand şopînerên xwe. Karê me eşkere bû: Helbest û Kurdî. Lê me got bila ne xwerû û rût be. Em hinekî fikirîn û li gor daxwaza şopîneran jî me peyva “aso” hilbijart. Bi vî awayî Asoya Helbesta Kurdî ango AHK derket meydanê. Aso yanî xala ku asîman û zemîn digihe hev. AHK jî helbestkar û xwînêr digihîne hev. 
 
Çend sal e Asoya Helbesta Kurdî di xizmeta civakê de ye? 
 
Weke ku me li jor jî gotibû beriya sepanê jî bi heman navî AHK hebû. Lê wan deman tenê li ser medyaya civakî hebû, yanî xwînêran tenê dema di rûpelan de helbestek bihata weşandin xwe digihîjandin helbestan. Di medyaya civakî de şandiyên kevn her tim li paş dimînin û bikarhêner hema hema qet li rastî wan nayên.
 
Beriya AHKê sepana Gotinên Stranan hatibû çêkirin. Beriya weşandinê me ji xwe pirsa "Em çima sepanekê ji bo AHK’ê jî çênakin?" kir û pêvajoya çêkirina sepanê dest pê kir. Projeya AHK/Gotinên Stranan di sibata 2015’an de dest pê kir û di tebaxa 2015’an de jî qediya û sepanên me gihîştin ber destê bikarhêneran. Lê ev nedihat wê wateyê ku proje xwe gihand armanca xwe. Armanca me ew e ku em hemû helbestên kurdî di sepana xwe de bi cih bikin û bi saya vê yekê hemû kurd bikaribin bi hêsanî xwe bigihînin wan helbestan.
 
Bi kurt û kurmancî 2 sal û nîv e AHK di telefonên helbesthezan de ye û wê her carê bi rojanekirinan, bi lêzêdekirina helbestan dilê wan bêtir şa bike.
 
Cara ewil çend helbest û çend helbestkar çê bûn, îstatîstîka we ya herî dawî çi qas e?
 
3 hezar û 267 helbest, 477 helbestkar, 2 hezar û 607 helbestên kurmancî, 122 helbestên kirmanckî û 549 helbestên soranî hene.
 
Di versiyona ewil de; hezar û 541 helbest hebûn. 230 helbestkar, hezar û 139 helbestên kurmancî, 82 helbestên kirmanckî, 338 helbestên soranî hebûn. Lê di versiyona niha de; 3 hezar û 267 helbest, 477 helbestkar, 2 hezar û 607 helbestên kurmancî, 122 helbestên kirmanckî û 549 helbestên soranî hene. Wek nîşe jî vê yekê bêjim; hin helbest hene ku bi 2 an jî 3 zaravayan hatine nivîsandin. 
 
Berhevkerina helbestan ne zehmet gelo. Hûn helbesta çawa berhev dikin û li sepanê bar dikin?
 
Gelek rêbazên me hene. Ya ewil me ji înternetê dest pê kir. Li ser înternetê çi dokument hene; pdf, word, malper, quncik û hwd, têkildarî helbestê çi heye me ew dan hev.
 
Gelek rêbazên me hene. Ya ewil me ji înternetê dest pê kir. Li ser înternetê çi dokument hene; pdf, word, malper, quncik û hwd, têkildarî helbestê çi heye me ew dan hev. Me ew ji hev veçirandin û yên bi ser bêjingê ketin me ew neqandin û li gor rêbaza kodkirina sepanê dirûstkirin. Paşî me helbestkaran, helbest xwastin. Ez dikarim gelek navan bibêjim, mala wan ava. Gava me ji wan helbest xwastin, em neşkandin û alîkariya me kirin û helbestên xwe ji me re şandin. Û rêbaza dawî jî deşîfrasyona ji pirtûkê bû. Me dizanî hin şair hene em bi van herdu rêbazan nikarin wan bigihînin xwîneran, me jî mecbûrî rahişt pirtûkên wan û yeko yeko gelek helbest deşîfre kirin û li sepanê bar kir. Bi giştî ev her sê rêbaz hene. 
 
Eleqeya helbesthezan an go civakê li hember sepana we çawa ye? 
 
Sepana me, qenala me YouTube û hesabên me yên medyaya civakî êdî xwe digihînin derdora kurdî ya li ser înternetê. Bi kurtebirî eleqeya li sepanê têra xwe baş e.
 
Sepana me, qenala me YouTube û hesabên me yên medyaya civakî êdî xwe digihînin derdora kurdî ya li ser înternetê. Gelek kes peyam an jî emaîl dişînin, me pîroz dikin. Gelek caran jî hevalek min ji hevalek din re dide naskirin dibêje ev heval amadekarê Asoya Helbesta Kurdî ye, gava navê sepanê dibihîze zehf keyfxweş dibin û tê em diçin dest û rûyê hev.
 
Sepana me niha tenê di Androîdê de heye, em niha nikarin xwe bigihînin bikarhênerên IOS'ê. Lê roj nîn e yek ji me re pirsa IOS'ê neke. Gelek emaîl tên dibêjin çima di îPhonê de nîn e, çima hûn çênakin, wê kengî çêbibe? Ev tê wê mehnê ku gelek şopînerên me yên IOS'ê jî hene ku em hê neçûne wê platformê.
 
Gelek şairên nû digihin, ji me re helbestên xwe dişînin, gelek kes helbestan dixwînin ji me re dişînin. Ser meselê ji kurdên Xorasanê jî helbestan dişînin, da ku em li sepanê bar bikin. Bi kurtebirî eleqeya li sepanê têra xwe baş e. Helbet mirov dikare vê geştir bike û bi danasînê belavtir bike.
 
MA / Bîlal Guldem