Niha jî qeyûm çav berê Sînemaya Yilmaz Guney daye

img

ÊLIH – Qeyûmê Şaredariya Êlihê ewil deriyê Sînemaya Yilmaz Guney kilît kir. Pişt re serê 2017’an bi awayekî guman şewitî. Li gel ku dê avahiya sînemayê ji nû vê bê çêkirin jî ev salek e hilweşandine û nayê çêkirin. Niha jî qeyûm ji bo cihê sînemayê anketa “Bila li şûna cihê sînemayê, bibe qada hêşinahî” dest pê kir. 

Yek ji sînemayên girîng ên bajarê herêmê Sînemaya Yilmaz Guney a ku Şaredariya Êlihê li ber Parka Ataturk çêkiribû. Piştî di 2016’an de qeyûm tayînî şaredariya Êlihê kirin, demil dest deriyê sînemayê qefle (kîlît) kirin. Avahiya sînemayê di 30’ê çileya 2017’an de bi awayekî guman şewitî. Piştî ev tiştên bi serê sînemayê ve hat, qeyûmê Şaredariya Êlihê Ertug Şevket Atasoy daxuyanî dabû û gotibû ku ew ê sînemayê ji nû ve çêbikin. 
 
SALEK DERBAS BÛ HÊJ WEK XWE YE 
 
Pişt re ji bo cihê nû yê sînemayê 3 roje amade kirin û di malpera înternetê ya şaredariyê de pêşkêşî ankete kirin. Di encama ankete de 25’ê tebaxa 2017’an îlana îhaleya projeyê kirin. Li gel ewqas demek dirêj bi ser proje û girtina sînemayê de derbas bû jî, heta niha ji bo avakirina sînemayê gavek jî nehatiye avêtin.
 
Şêniyên bajêr li bendê ne ku salona wan a sînemayê ji nû ve bê avakirin. Lê vê carê şaredariya xebata anketên “Sînemaya Yilmaz Guney bila ji nû ve bê çêkirin” û “Bila li şûna cihê sînemayê, bibe qada hêşinahî” dest pê kir. Ev rewş şêniyên bajêr bikar dike ku carek din sînema neyê çêkirin. Heta niha ji sedî 80 yên beşdarî anketê bûne anketa “Sînemaya Yilmaz Guney bila ji nû ve bê çêkirin” hilbijartine. 
 
DÎCLE ANTER: KÎ DIKARE MÎSOGERIYA NAV JÊ NEBIN BIDE
 
Dîcle Anter ê bi salan Berpirsyariya Sînemaya Yilmaz Guney kir û di 24’ê kanûna 2017’an de bi KHK’ê îxrac bû diyar kir ku anketa dest pê kirine pirsa “Gelo dê sînemayê çêbikin” aniye bîra mirovan. 
 
Anter anî ziman ku Sînemaya Yilmaz Guney bi salan ji bo şahiyên çand û hunerî xizmeta gelê Êlihê kir û got: “Ji mihrîcanan bigire heta şahiyên ji bo zarokan her tim her tişt li sînemayê pêk dihat. Ji ber xebatên çand û hunerî gel ji vir hez dikir. Bi salan gel û sinemaya Yilmaz Guney bi hev re wekîhevbûn. Dema li vê herêmê meriv dibêje sînema, Sînemaya Yilmaz Guney tê bîra meriv. Bandora sînemayê pir li ser gel hebû. Yilmaz Guney ji bo vê axê xwedî nirxek mezin û pîroz e. Navê nirxên vî gelî li malên gel hatibûn kirin. Lê qeyûm navê Musa Anter, Mehmet Sîncar, Edîp Solmaz, Ahmet Kaya jê hat paqijkirin. Dema mivor li van pêkanînan dinêre, kî dikare mîsogeriya dê navê Yilmaz Guney jî ji sînemayê bibin, bide?” 
 
‘TENÊ NE SALONEK BÛ’ 
 
Anter da zanîn ku sînameyên îro li AVM’yan hene cihê Sînemeya Yilmaz Guney nagirin û got: “Tenê ne salonek bû. Sînema her tişt bû. Anketên qeyûmê şaredariya Êlihê ne rast in. Divê demil dest avahiya sînemayê bê avakirin.” 
 
SÎNEMA Û ÊLIH BI HEV RE WEKÎHEVBÛN 
 
Şaredariya Êlihê di 2006’an de Sînemaya Yilmaz Guney vekir. Di sala ewil de 25 hezar bilêtê sînemayê firot. Sînemaya Yilmaz Guney yek ji sînemayên herî erzan a cîhanê bû. Li gel pêşandana fîlman malovaniyê ji mîhrîcan û panelan re dikir. Di nav herikîna salan de bû remza bajêr. Sînema cihê kombûna xwendekar, karker, karmend û gundiyan bû. 
 
MA / Metîn Yoksu