Derhêner Demîr: Cano fîlmê hevrûbûyînê ye

img

STENBOL - Derhênerê fîlmê "Cano" ê li !f İstanbulê hat pêşandan Mehmet Salih Demîr, bal kişand ser paşperdeya polîtîk a fîlm û got: "Ji bo ez û xwe rûbarî hev bikevin ketim rê." 

Yek ji fîlmên ku li Mîhrîcana Fîlmên Serbixwe ya !f İstanbulê hat pêşandan jî fîlmê "Cano" bû. Di fîlm de çîroka Îbrahîmê ku dema li hevalê xwe Cano yê ji nişka ve ji holê winda dibe digere û rûbarî xwe dikeve tê vegotin. Fîlm di dema qedexeyên derketina kolanan ên sala 2015'an de hatine kişandin û dengê bombeyan ê di fîlm de hemû dengên rasteqîne ne. Mekanê fîlm Amed û Nisêbîne. Derhênerê fîlm Mehmet Salih Demîr e. Demîr bi lêv kir ku a rastî ya hatiye pêşandan sahneya hevrûbûyînê ye. 
 
‘RUHÊ DEMÊ DI FÎLM DE XWE DIDE DER' 
 
Demîr, bi bîr xist ku dema wî fîlm dikişand wê demê li Amed û Nisêbînê şerek hebû û got: "Di gelek sahneyên fîlm de dengê teqînan tê. Ev deng hemû dengên rasteqîne ne. Dema teqîn çê dibûn mirov jiyana xwe ya rojane dewam dikirin. Em bûn şahidên vê yekê. Her çi qas fîlm wekî meseleyeke şexsî bê fêmkirin jî, a rastî paşperdeyeke polîtîk a fîlm heye. Ji dêvla ku em vê wekî ajîtasyonê bidin, me xwest temaşevan bixwe şîrove bike. Ew poltîkbûyîna ku bi çavan nayê dîtin, atmosfera fîlm diguherîne û ruhê demê di fîlm de xwe dide der." Demîr, diyar kir ku wî di fîlm de cih daye karekterên ji Amed, Mêrdîn, Konya û Îzmîrê. 
 
Demîr, di fîlme de rewşa Îbrahîmê ku li hevalê xwe Cano digere û nikare pirsgirêkên xwe çareser bike daye der û got: "Min wê tevliheviya serê Îrahîm bi dengên hundurîn, monologan û têkiliya wî ya bi mirovan re vegot. Min di ser Cano re Îbor, di ser Îbo re jî Cano vegot. A rastî di ser hemûyan re min hewl daye me vebêjim. Dema min ev yek kir jî, min sûd ji hêza peyvan girt." Demîr, destnîşan kir ku wî pirsgirêkên xwe yên hebûniyî di fîlm de daye der û got: "Ji bo ez û xwe rûbarî hev bikevin ketim rê."