Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin

img

STENBOL - Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe ku 21 salin pêk tê, destpê kir. 

Starta îsal a xelatên ji bo bîranîna nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe ku di 8’ê Çileya 1996’an de li Stenbolê gava nûçe dişopand hat kuştin a tê lidarxistin, hat dayîn. Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe ya di sala 21’emîn de bê lidarxistin, destpê kirin.
 
JURIYÊN XELATAN
 
Navê kesên ku îsal di juriya Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe de birin wiha ne: Belma Akçura, Berkant Gultekîn, Celal Başlangiç, Çîgdem Toker, Elîf Gorgu, Erol Onderoglu, Fîkret Îlkîz, Înan Kizilkaya, Kamîl Tekîn Surek, Kumru Başer, Melîs Alphan, Nazan Ozcan, Nazim Alpman û Turhan Gunay.
 
ŞERTÊN TEVLÎBÛNÊ
 
Pêşbirik ji sê beşên mîna Nûçe (Nûçeyên nivîskî û Nûçeyên bi dîmen), Wêne û Rojnamegertiya herêmî pêk tê. Hilberînên di dîrokên navbera 15’ê Adara 2017’an û 15’ê Adara 2018’an de hatine weşadin dikarin beşdarî pêşbirkê bibin. Hilberînên beşdarî pêşbirkê bibin, ên di weşanên çapemeniya nivîskî de hatine weşan din, divê 1 esîl û 14 fotokopiyên wan hebin. Nûçeyên bi dîmen jî divê formata DVD a mînakeke wê hebe, yan jî di li hafizeyeke flash bar bikin û bişînin. Nûçeyên di medyaya înternetê de hatine weşandin jî, dê di kategoriya nûçeyan de bên nirxandin. 
 
Ên ku di beşa weneyan de beşdarî pêşbirkê bibi jî, divê 1 esîl 14 fotokopiyan bişînin, li aliyê çepê yê pişt wêne li ser etîketekê nav, cihê lê kişandiye û dîroka kişandiye binivîse. Wêneyên dê bên şandin jî, divê herî kêm ebata wê 18x24 cm  be. (Divê renglî yan jî reş û spî be)
 
NAVNÎŞANA JI BO SERLÊDANÊ 
 
Berendamên beşdarî pêşbirkê bibin divê bi kurtasî kurte jiyana xwe, agahiyên xwe gihandinê û  wêneyekê xwe bişînin. Navnişana Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe, Mehmet Akf Ersoy Caddesi, Mehmet Çıbıkçı İş Merkezi No: 2 Qat: 2 İşyeri No: 21 Şirinevler/Bahçelievler-İstanbul. Divê hemû berhem di 20’ê Adara 2018’an de li ber destên me bin.
 
Dê xelat, di roja ji dayîkbûna Metîn Goktepe ya 10’ê Nîsanê ya 2018’an de bi merasîmekê bên dayîn.