Dema serîlêdanên ji bo Pêşbirka Arjen Arî hat taloqkirin

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dema serîlêdana ji bo Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 9'an heya 1'ê Nîsana 2022'yan hat taloqkirin.
 
Weşanên Sor ragihand ku dema serîlêdanên ji bo Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya 9'an hatiye taloqkirin. Di daxuyaniya de ev tişt hatin gotin: "Weke tê zanîn îsal cara 9. li ser navê Arjen Arî yê yek ji şairê gewre pêşbirka helbestan tê lidarxistin. Ji bo destpêka pêşbirka îsalîn qedera du meh berê me daxuyaniyek belav kiribû û wextê serîlêdanê dabû destpêkirin. Li gorî wê daxuyaniyê ji bo pêşbirka îsalîn wextê serîlêdanê îro qediyaye. Bes bi biryara me, wextê serîlêdanê heya 1 Nîsana 2022an hatiye dirêjkirin. Em weke sazkarên pêşbirkê bi vê daxuyaniyê dixwazin bikin ku pêşbirk cardin bê bîra raya giştî."