Ji dengbêjan banga 21'ê Sibatê: Her tim bi kurdî biaxivin

img

AMED – Dengbêj Mihemedê Zaza û Mistefa Botî derbare 21’ê Sibatê de axivîn û gotin ku ew bi kilamên xwe li diijî qedexeyên li ser zimanê kurdî li ber xwe didin û banga axaftina bi kurdî kirin.

Di di 17’ê Mijdara sala 1999’an de Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) 21'ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê îlan kir. Ji vê salê ve her sal li gelek welatan di vê rojê de bi armanca  xwedî derketina li zimanê dayikê çalakiyên ziman tên lidardixin. Li Tirkiyeyê jî ji aliyê kurdan û kêmneteweyên din ve di vê rojê de çalakiyên ziman tên lidarxistin. Ji ber ku li Tirkiyeyê ji bilî zimanê tirkî bi zimanên din perwerde qedexeye di van çalakiyan de daxwaza perwerdeya bi zimanê zikmakî tê kirin. 
 
 
ROLA DENBGÊJAN A PARASTINA ZIMAN
 
Her çiqas bi salan zimanê kurdî hatibe qedexekirin û destûr nehatibe dayîn ku pê xebat bên kirin jî kurdan ji bo parastina zimanê xwe li ber xwe dane û zimanê xwe ji bîr nekirine. Di vê derbarê de kedeke mezin a dengbêjan heye. Dengbêj gund bi gund geriyane û kilamên kurdî gotine û çîrokan jî ji civakê re vegotine. Ji ber vê rola dengbêjan a ji bo parastina zimanê kurdî, me jî mîqrefona xwe dirêjî dengbêjên bi navê  Mihemedê Zaza û Mistefa Botî kir û derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî a Cihanê de ji wan nêrîn girt. 
 
HESTEN DENGBÊJIYÊ
 
Dengbêj Mihemedê Zaza ku ji 19 saliya xwe ve dest bi dengbêjyê kiriyê û heta niha gelek helbest nivisîne, di destpêka axaftina xwe de qala tekiliya xwe ya bi dengbêjiyê re kir û ev tişt got: “Ji ber qedexekirina ziman, zext û zordestiya li ser kurdan tê meşandin min dest bi dengbêjye kir. Ez ji zext û qedexeyen li ser ziman gelek aciz bûm. Min ji xwe re got, 'min bikûjin û bavejin zindanê jî ez ê dengbêjyê bikim'. Bi wan hesten min dest bi dengbêjye kir. Gelek caran zext û zordestî li min hat kirin. Wan çiqas zordestî li min kir ez ewqas tûj bûm. Heta niha ji helbestên xwe dinivisînim û dengbêjya xwe didomînim.”
 
QEDEXEYEN LI SER ZIMAN
 
Di berdewema axaftina xwe de Mihemed Zaza bal kişand ser qedexeyên li ser zimanê kurdî tê meşandin û wiha got: “Dewleta tirk dibêjê, 'zimanê kurdî azad e'. Lê ne azadê. Ez îro nikarim li sazîyên dewletê bi kurdî biaxivim. Dibêjin, 'Tu yê bi tirkî biaxivî'. Nahelin ku em bernamêyen xwe li dar bixin û li cihêkî stranê xwe bibêjin. Lê em ji li qehwe, sazî û parqan bi zimanê xwe kilamên xwe dibêjin. Dixwazin bila me bigrin bavêjin zindanê ne pirsgirek e. Ku tu zimanê xwe dizanî ji bo zimanê xwe li ber xwe bide." 
 
BANGA 21'Ê SIBATÊ
 
Di dawiya axaftina xwe de Mehemed Zaza darbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî a Cîhanê de ev bang kir: "Gele kurd û Kurdistan bila dîrok û zimanê xwe xwedî derkeve. Li ser zimanê xwe xebat bikin."
 
‘BI ZIMANÊ DAYIKÊ BİAXIVIN’
 
Dengbêj Mistefa Botî ku di nav dengbêjan de mezin buyê jî, diyar kir ku piştî di sala 1993’an de gundê wan hatiye şewitandin wî jî dest bi dengbêjiyê kiriye û wiha got: Di sala 1993’an de gunde me şewitandin. Pir bandor li  min kir. Bi vê bandorê min gelek helbest li ser welat nivîsandine û gotine." Piştre Mistefa Botî derbarê zextên li ser zimanê kurdî de jî axivî û ev tişt anîn ziman: "Qedexeyen li ser ziman didomin. Lê ew qebûl bikin jî nekin jî me bikin girtîgehan jî em ê stranên xwe bibêjin. Kes nikarê devê bilbil bigirê. Roja Zimanê zikmakî hezar carî pîroz dikim. Bila gelê me her tim bi kurdî biaxive. Tiştê herî bi rûmet axaftina mirova a bi zimanê dayika mirov e." 
 
MA / Mahmût Altûntaş