Banga MED-DER'ê ya ji bo şahiya zimanê zikmakî

img
AMED - MED-DER'ê ji bo şahiya ku dê di çarçoveya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de li dar bixe bang kir. 
 
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), dê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Hêwana Demîrokê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê şahiyekê li dar bixe. Komeleyê bang li her kesî kir ku tevli şahiyê bibin. 
 
MED-DER'ê li ser hesabê xwe yê twitterê got: "Em ê bi sedema 21'ê Sibatê 'Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê' bi dirûşmeya 'Zimanê min di nasnameya di devê min de ye' şahiyelê li dar bixin. Di serî de dayik û bav, saziyên sivîl û demokratîk, gelê me yê dildar û dilsozê zimanê kurdî ji heft saliyan heya heftê saliyan vexwandiyê şahiya me ne."