Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz li Lozanê hatin pêşandan

img
LOZAN – Rojnivîskên Gurbetellî Ersoz ku li ser keviran hatiye neqişandin, li Muzexaneya Hunerên Xweşik a Kantona Vaudê hatin pêşandan. 
 
Muzexaneya Hunerên Bedew a Kantona Vaudê (MCBA) ku li bajarê Lozan a Swîsreyê ye, bi pêşangeha xwe ya kolektîf a "Résister, encore" (Hîna, Berxwedan) re gelek cureyên berxwedanê yên li deverên cîhanê pêşkeşî hunerhezan dike. Di pêşangehê de her wiha pirtûka rojnamegera kurd Gurbetellî Ersoz a bi navê “Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqş kir” jî hat pêşandan. Pirtûk, di navbera salên 1995-1997’an de hatiye nivîsandin û ji rojnivîskên Ersoz pêk tê. Di heman demê de ji Efrîqeya Başûr heta Amerîkaya Latîn, gelek berhemên ku berxwedanên cuda yên cîhanê vedibêjin jî di pêşangehê de hatin pêşandan.  
 
Pêşangeha kolektîf a “Resister, encore” ku bi pêşengiya 14 hunermendên ji welatên cuda hatiye destpêkirin, çîrokên têkoşîn û berxwedanê yên ji deverên cuda yên cîhanê bi nexşan, dîmen, resm, xêz, kolaj û peykeran kirine berhem. Pêşangeh, şevê din bi resepsiyoneke mezin hate destpêkirin. 
 
ROJNIVÎSKÊN ERSOZ
 
Pirtûka “Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqş kir” a Midûra Karên Nivîsan a rojnameya Ozgur Gundemê ya ewil û yek ji girîngtirîn navên di têkoşîna jinên kurd de rojnameger Gurbetellî Ersoz jî hat pêşandan. Hunermend Banû Cennetoglu ev rojnivîske li keviran neqş kir û di pêşangehê de hat pêşandan. Berhem, ji 145 parçeyan pêk tê, bi bilindahiya 9 mîtroyane û 2 tonan jî giran e. Berhem, ji rojnivîskên Ersoz ên di navbera 27’ê tîrmeha sala 1995’an heta 8’ê cotmeha sala 1997’an pêk tê. Eleqeyeke mezin bo pêşangehê hebû û li gel malbata Ersoz, her wiha hevalên wê, gelek hunermend û siyasetmedar jî beşdar bûn. 
 
AWAYÊN CUDA YÊN BERXWEDANÊ
 
Di pêşangehê de her wiha şeş gravûrên Fêlix Vallotton ên Şerê Cîhanê yê Yekemîn teswîr dike, berhema Thomas Hirschorn a “Wêraniyeke ew wêraniyek” û gelek berhemên din jî hatin pêşandan. Di pêşangehê de Bernard Fibicher anî ziman ku di pêşangehê de berhemên xurt û xweser hatine pêşandan. Fibicher di daxuyaniya xwe ya bi xebatkarên çapemeniyê re de jî da zanîn ku dê di meha nîsanê de rojnivîska Gurbetellî Ersoz ji hêla Weşanxaneya En Bas a li Lozanê bi fransizî were çapkirin.  
 
Pêşangeh dê heta 15’ê gulanê jî berdewam bike.
 
MA / Ruştu Demîrkaya