Koma şanoyê: Em zimanê xwe bi hunerê jindar dikin

img

DÊRSIM - Koma Şanoyê ya Çêverê Asmêni, ji bo zimanê xwe yê kirmanckî yê dinava zaravayîn windabûyî de biparêzin, di lîstikên şanoyan de didin jiyîn. Endamê komê û lîstikvan Velî Kîşîoglu, diyar kir ku xezîneyeke her zimanî û çandeke wê ya hezarî salan heye.

5 welatiyên ji Dêrsimê hatin gel hev Koma Çêverê Asmêni ava kirin, bi zimanê dayikê şanoyê çê dikin. Koma ku di sala 2015'an de hat avakirin, li gelek deverên Tirkiyeyê bi kirmanckî şanoyê pêşkêş dikin. Komê gelek lîstik pêşkêş kirin, lîstika herî dawî 'Çerçî' li Tirkiyeyê gelek hat ecibandin, di meha Adarê de dê li Ewropayê bê leyîstin. Dîsa di mîhrîcanên li welat û derveyê welat de jî dê derkeve pêşberî şanohezan.
 
‘EM ZIMANÊ XWE DIPARÊZIN’
 
Lîstikvanê komê Velî Kîşîoglu der barê xebatên xwe de agahî da û ev tişt got: "Berî her tiştî em xwedî li zimanê xwe derdikevin. Şanoger dixwazin li her derê derkevin pêşberî temaşevanan. Lê ev lîstika bi kirmanckî tê leyîstin, wekî ku dê tenê kesên kirmanckî dizanin temaşe bikin. Tiştekî wiha tune. Heke di lîstikê de tratên zêde tune bin, dema peyv çû hûn ji lîstikê qut nabin. Ziman ne zêde girîng e. Kêm gotin, zêde lîstikvanî baştir e." Kîşîoglu da zanîn ku ew bi hunera xwe neynikê li civakê digirin.
 
‘HER ZIMAN XEZÎNEYEK E’
 
Kîşîoglu anî ziman ku her ziman, xezîneyek e û xwedî çandeke bi hezaran salan e û wiha pê de çû: "Ji van zimanan yek jî kirmanckî ye. Divê ji bo zimanên cuda jî tune nebin û ji bo wan jî têkoşîn bê dayîn. Ji ber polîtîkaya li Tirkiyeyê niha 12 ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne. Kirnanckî jî di nav van zimanan de ye. Divê em ziman bigihînin nivşên li pey me tên, ev webaleke giran e di stûyê me de." Kîşîoglu got ku bi zimanê dayikê lîstik tiştekî gelek qedîm û cuda ye, di vir de eleqebûna temaşevanan jî gelek zêde dibe.
 
ÇERÇÎ DIÇE EWROPAYÊ
 
Kîşîoglu aşkera kir ku lîstika wan a dawî "Çerçî" ye û wiha got: "Lîstikek ezmûnî (deneysel) ye. Yilmaz Arikan nivîsiye û derhêneriya wê dike. Hevrêyên me yên di vê lîstikê de dileyzin, yek jî bi kirmanckî nizane. Lê bi kedeke mezin hemî tişt ji ber kirin. Ji bo balê bikişînin ser ziman, di vê projeyê de cih girtin û ji bo vê gelek kêfxweş in. Lîstika Çerçî di meha Adarê de diçe Ewropayê. Piştra Avusturya. Dê li welat û derveyê welat tev li gelek mîhrîcanan bibe." Kîşîoglu xwest ziman bi hunerê bê jindarkirin û hînê zarokên bikin.
 
Çîroka lîstika Çerçî wiha ye:
 
Lîstika Çerçî qala rîtuela berî 3 hezar salî dike. Koleyek û kî bûye sedema kolebûna wî? Sedemên tirsên kesekî tax e, an malbat, an jî ew bixwe ye? Çerçî, rêwiya navxweyî ya di nava dilê jineke ku enîna xwe winda kiriye. Çerçî qala 3 hezar sal berê dike, rêwiya di nava mirovên xwezayî, saf, bi evîn, rewşa malbatî û gazinên mirovan dike. Nivîskar dixwaze bikeve rêwitiyeke zelal ya mirovên bê înternet û bê teknolojî.
 
Di lîstikê de reqs, stran û derbirî heye. Hûn bi kîjan zimanî diaxivin û fêm dikin, ji bo hûn vê lîstikê fêm bikin, ne hewce ye hûn bi kirmanckî bizanibin, ji ber ku dê Çerçî dest bide jiyana we hemûyan.