Ma Music dê 'Rojên Muzîkê' li dar bixe

img

AMED - Ji perwerdekarên Ma Musicê Evîn Tiryakî, diyar kir ku dê bi boneya 4'emîn salvegera Ma Musicê çalakiyên "Rojên Muzîkê" li dar bixin û got: "Em ê zarokên vî bajarî bê muzîk nehêlin." 

Akademiya Ma Musicê ku bi pêşengiya xebatkarên Konservatûara Aram Tîgran a di sala 2016'an de bi bi destê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat girtin hat vekirin, bênavber xebatên xwe didomîne. Ma Music ku di bin banê wê de Koroya Jinan, Koroya Zarokan, Okestra MA û Orkestraya Rîtima Xwezayî hene, di 4 salan de bi sedan zarok û ciwan perwerdekirin di warê muzîka kurdî de. 
 
Ma Music, dê bi bonyea 4 saliya xwe di navbera 23-25 û 30'yê Çileyê de "Rojên Muzîkê" li dar bixe. Ma Music dê çalakiyên îsal diyarî hosteyê bilûrê Egîdê Cimo bike û di çarçoveya çalakiyan de sertîfikayan bide kursiyeran. 
 
HÛRGULIYÊN ÇALAKIYAN
 
Ji perwerdekarên Ma Musicê Evîn Tiryakî, got: "Wekî her salê em ê îsal jî bi şagirtên xwe yên di kursên me de perwerde dibin çalakiyeke muzîkê li dar bixin. Dê nêzî 70 şagirtên me biçin ser dikê. Ji ber pandemiyê 2 sal bûne me çalakiyên bi vî rengî li dar nexistibûn. Lê îsal em ê li dar bixin. Em ê di 23'yê Çileyê de li Ma Musicê, di 24-25'ê Çileyê de li Şanoya Bajêr a Amedê û di 30'yê Çileyê de cardin li Ma Musicê bin." 
 
Tiryakî, anî ziman ku kursiyerên wan li akademiyê daxilî nav pêvajoyek dûr û dirêj dibin û hin şagirtên wan hene 3-4 salan hin jê jî hene saleke wan e tevli kursan dibin. Tirkyakî got: "Em wan mezûn nakin. Tenê em sertîfîkayê didin wan. Ji lew re em dixwazin şagirtin me li vira bibin mamoste. Yanî dê şagirtên me tim bi me re bin. Şagirtên me yên di gelek warî de perwerde dibin hene. Ji bo di qada xwe de bibin pispor em dixebitin." 
 
DÊ JI BO EGÎDÊ CIMO BÊJIN
 
Tiryakî, diyar kir ku dê çalakiyên xwe yên îsal diyarî Egîd Cimê bikin û got: "Di çanda kurdî de cihekî girîng ê Egîdê Cimo heye. Bi taybetî jî cihê wî yê di muzîka kurdî de. Em hemû bi stranên wî û bilûra wî mezin bûn. Li bara gel qîmeteke wî ya mezin heye. Em kedkarên çanda kurdî jî her sal wî bi bîr tînin. 30'yê çileyê salvegera mirina wî ye. Me jî çalakiyek ji bo wî amade kiriye. Em ê stranên xwe ji bo wî bibêjin." 
 
HER KESÎ VEXWAND 'ROJÊN MUZÎKÊ'
 
Tiryakî, destnîşan kir ku nêzî 4 sal in ji bo muzîka kurdî xebatan dikin û got: "Perwerdehiya me ya li akademiyê bi kurdî ye û em çanda kurdî îcra dikin. Malbatên me jî ji ber vê tên. Akademiya Ma Musicê ji bo Amedê akademiyeke girîng e. Ji bo bedewama çanda kurdî banga me ji bo malbatan; zarokên xwe bişînin akademiyê. Kursên me didomin. Em di gelek warî de perwerdehiyêdidin. Deriyê me tim vekiriye. Em ê zarokên vî bajarî bê muzîk nehêlin. Konser tenê ne ji bo malbatên me û kursiyerên me ye, em li benda hemû gelê xwe ne." 
 
MA / Eylem Akdag