Bernameya Meha Çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû

img
AMED - Şanoya Bajar a Amedê, di meha Çileyê de wê bi lîstikên “Hinek Henek”, “Tenê Ez”, “Mem û Zîn” û “Tartuffe” derkeve pêşberî şanohezan. 
 
Şanoya Bajar a Amedê, bernameya xwe ya meha çileyê aşkera kir. Li gorî bernameya ku hat parvekirin hemû lîstikên ku di meha Çileyê de werin lîstin wê saet di 19.00’an de werin pêşandan. Li gorî bernameyê Şanoya Bajêr a Amedê wê di 7’ê Çileyê de bi lîstika “Hinek Henek” ku derhêneriya wê Nazmî Kahraman dike perdeyên xwe veke. “Hinek Henek” wê di dîrokên 21 û 22’yê Çileyê de jî dîsa were lîstin. 
Şano, di 8’ê Mehê de bi lîstika bi navê "Tartuffe" ku derhêneriya wê Ruknettîn Gun dike û ji lîstika bi navê Moliere hatiye girtin wê bernameya xwe bidomîne. 
 
Hunermend Kasim Taşdogan jî dê 9’ê Çileyê saet di navbera 17.00 û 19.00’an de li Şanoya Bajêr a Amedê bi konserekê bi hezkiriyên xwe re were cem hev. 
 
LÎSTIKÊN MEVAN
 
Şanoya Bajêr a Amedê ku ji bo lîstikên mêvanan jî dika xwe vedike, wê di 14-15’ê Çileyê de ji lîstika “Tenê Ez” a Teatra Jiyana Nû re malovaniyê bike. Şano wê perdeyên xwe di 28-29’ê Çileyê de jî ji lîstika “Mem û Zîn” a bi derhêneriya Mîrza Metîn veke. 
 
Şanoya Bajêr a Amedê wê bi lîstika “Mem û Zîn” a di 29’ê Çileyê de were lîstin perdeya xwe ya meha Çileyê bigire.