‘Momo’ êdî bi kurdî ye

img
STENBOL - Komeleya Lêkolînên Kurdî, berhema çîrokî ya bi navê “Momo” ya ku di nava wêjeya klasîkên cîhanê de cih digire, wergerand kurdî. 
 
Berhema çîrokî “Momo” ku di nava wêjeya klasîkên cîhanê de tê nasîn di sala 1937’an de ji aliyê Michael Ende ve hatiye nivîsandin. Ev berhema çîrokî heta niha wergerî nêzî 30 zimanan hatiye kirin. Komeleya Lekolînen Kurdî ango Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê vê berhema çîrokî wergerî kurdî kir û ji weşanên Enstîtûyê der çû. 
 
Nîzam Algunerhan vê berhemê wergerî kurdî kiriye û êdî li ber destê xwînerên kurdî ye. Romana ku di nav klasîkên edebiyata cîhanê de cihê xwe digire, bi rêya keçeke sêwî ya bi navê Momo ku xwediyê şiyanên awarte ye, li ser têgihîştina demê û xwendina demê radiweste ye. Michael Ende xeyalên xwe bikaraniye û vê berhemê nivîsandiye. Ev berhem xwedî taybetmendiyek e ku hem ji hêla mezin û hem jî ji hêla zarokan ve dikare were xwendin e. 
 
‘LI XWÎNERÊN KURDÎ PÎROZ BE’ 
 
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal mizgîniya derçûna vê berhemê da û wiha got: “Berhemeke çîrokî ya bi navê Momoyê,  ji weşanên me derçû. Li xwînerên kurdî pîroz be!...”