Ji bo Zarok Ma’yê banga alîkariyê

img

AMED - Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar, ji bo ku kampanyaya wan a alîkariyê dane destpêkirin bigihîje armanca xwe banga piştgiriyê kir. 

Akademiya Ma Mûzîkê, ji bo avakirina Zarok Ma’yê di 5’ê sibatê de li ser malpera fongogoyê bi armanca 220 hezar lîre kom bike kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Ma Muzîkê di nava 27 rojan de nêzî 200 hezar lîre kom kirine. Li gel ku ji temambûna kampanyayê re tenê 3 roj mane jî mîqdara pêwîst a tê xwestin hê nehatiye berhevkirin. Koordînatorê Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar derbarê kampanyayê de axivî û daxwaza alîkariyê kir.
 
Kanîwar, diyar kir ku pereyê ku di fongogoyê de were komkirin divê bigihije 220 hezaran û wiha axivî: “Heke pereyê ku di fongogoyê de hat komkirin ji 220 hezarî qûrîşek jî kêm bibe, ew pere wê li xwediyê wan bê vegerandin. Wê proje negihîje armanca xwe. Wê demê em ê mecbûr pere deyn bikin û Zarok Ma’yê vekin.” 
 
‘ZAROKÊN VÎ WELATÎ NE BI HÊVÎ NE’
 
Kanîwar, da zanîn ku ew û zarokên vî welatî ne bê hêvî ne û wiha berdewam kir: “Di van 27 rojên derbasbûyî û bi taybet jî van 3 rojên dawî de me dît ku hêvî çawa pêl bi pêl mezin dibe.  Em ji vê pir bawerin ku kurdên welatparêz, çandparêz, zimanparêz ku ji bo pêşeroja zarokan û îro zarok karibin bi çand û zimanê xwe zarokatiya xwe bijîn ew ê ker, kor û lal nesikinin ji ber vê kampanyaya me ya piştgiriyê. Ji ber wê em ne bê hêvî ne.” 
 
Di berdewamê de Kanîwar, destnîşan kir ku weke xebatkarên Ma Muzîkê spasiya hemû kesên ku ji wan bêtir li kampanyayê xwedî derketin dikin û ev tişt got: “Ne tenê Kurdistan û Tirkiyeyê me li ser medya civakî hem xwe gihand gelê me yê Ewropa hem jî yê li Emerîqayê dijî. Eleqeyeke pir mezin me dît. Piştgiriya Zarok Ma’yê ya manevî wê vê projeyê bi firê bixîne.”
 
‘ZAROKÊN VÎ WELATÎ BÊ MUZÎK NEHÊLIN’
 
Di dawiya axaftina xwe de ji bo piştgiriya kampanyayê Kanîwar, ev bang kir: “Em ji vir bang dikin. 3 roj mane ku fongogo biqede. Kerem bikin hêviya zarokên vî welatî bi firê bixînin. Em karibin zarokên vî welatî bê mûzîk nehêlin. Em dixwazin bi germahiya agirê Newrozê Zarok Ma’yê diyarî zarokên vî welatî bikin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç – Cengîz Ozbasar