Di 3 rojan de 6 hezaran zêdetir îmze hatin komkirin

img
AMED - Di çarçoveya kampanyaya îmzeyê ya ku Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê da destpêkirin li ser online di 3 rojan de 6 hezaran zêdetir îmze hatin komkirin.
 
Kampanyaya îmzeyê ya Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê ku ji aliyê Platforma Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê di 22’ê Sibatê de bi armanca kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê da destpêkirin, didome. Endama Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî Zûhal Tekîner û Mamosteyê Komeleya Lêkolînên ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Mûrat Bîlgîç kampanya ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
Tekîner diyar kir ku weke Tora Ziman û Çanda Kurdî ku 300 nûnerên komeleyan, nivîskar, zimanzan tê de cih digirin û Platforma Zimanê Kurdî ku ji 9 partiyên siyasî pêk tê starta kampanyayê dane. Tekîner anî ziman ku li ser daxwaza fermîbûn û zimanê perwerdehiyê ya kurdî kampanya dane destpêkirin.
 
‘JI BO KU ZIMAN WINDA NEBE EM HATIN BA HEV’
 
Tekîner da zanîn ku bi vê kampanyayê armanç dikin ku astengiyên bi polîtîkayên zext û înkarkirinê yên li ser ziman tên meşandin ji holê rakin û wiha got: “Kurdî demekê li vî welatî hat qedexekirin. Heta niha jî li Meclîsê weke 'zimanê nayê zanîn' tê pênasekirin û derbasî qeydan dike. Nêzîkatiyeke wisa li dijî zimanê me heye bêparastin dihêle û wê di salên pêş de jî zimanê me bikuje. Em jî bi rêxistinên sivîl ên civakî, partiyên siyasî û komeleyan re ji bo ziman hatin gel hev. Yekitî tam çênebe jî me xwest li ser ziman yekîtiyekê bidin avakirin. Ji ber ku em bi windabûn û ji holê rabûna ziman re rûbirû ne. Di cîhanê de ji du hefteyan de herî kêm zimanek winda dibe. Daxwazên gel jî di vê mijarê de hebûn. Em jî ketin nav hewldaneke wisa. Me xwest bi vê hewldanê li dijî qedexeyan girîngîya ziman bidin nîşandan.” Tekîner da zanîn ku bi tevlîbûna partiyên siyasî kampanya xurttir bûye, belav dibe û wiha berdewam kir: “Em bi partiyan re xebateke bikordîne bi rêve dibin. Em her carê ji partiyên siyasî re bang dikin ku siyaseta xwe bi kurdî bikin.”
 
‘EM Ê BIGÎHÎJIN ARMANCA XWE’
 
Tekîner destnîşan kir ku di demekî kin de heta niha li ser onlinê herî kêm 6 hezar îmze komkirine û got: “Mirov bi riya partiyên siyasî rêveberên platformê jî dikarin îmzeyan biavêjin. Xebata me wê di demekî kin de bigîhîje milyonan. Me ji bo ziman gaveke mezin avêt. Em bang li her kesî dikin ku li derdora kampanyaya îmzeyê bibin yek.”
 
BANGA TEVLÎBÛNA KAMPANYAYÊ
 
Mamosteyê MED-DER’ê Mûrat Bîlgîç jî diyar kir ku bi salan e kurdî tê binpêkirin, li vî welatî nayê nasîn û wiha axivî: “Daxwaza hemû kurdan ya ‘êdî bila zimanê kurdî bibe xwedî statuyek û bibe zimanê perwerdehiyê’ heye. Kampanya ne tenê ya rêveberan e ya gelê kurd û hemû dostên wan e. Kî bixwaze ji bo gelê kurd û ji bo kurdî tiştekê bike bila kerem bike were. Bila werin daxwaza kurdan a sedsalan em li ser ziman tacîdar bikin. Armanca me ewe ku bi milyonan îmze bikin. Divê hemû kurd vê kampanyayê weke pêywîrekê bigirin ser xwe û xebatê bi rêve bibin.”