Ji bo xezîneyê tirbeya 700 salî hat rûxandin

img
MÊRDÎN – Tirba Tuba Hatûn a li Artûklûyê ji aliyê kesên li xezîneyê digerin ve hat rûxandin. 
 
Tirbeya Tuba Hatûn a li navçeya Artûklûya Mêrdînê ji aliyê kesên li xezîneyê digerin ve hat rûxandin. Tirba ku li taxa Medresê ye û cihê geştiyariya turîzmê ye deriyê wê hatin şikandin û gor hatiye rûxandin. Van kesên li xezîneyê digerin zirarê dane cihê nav lê nivîsandiye û rûbera li ser tirbê. 
 
BANGA PARASTINA CIHÊN DÎROKÎ KIR 
 
Ji şêniyên taxê Metîn Kiliç anî ziman ku tirbe nêzî 700 salî ye û cihê tirbe lê ye nayê parastin û beriya niha jî ew kesên li xezîneyê digerin tirbê rûxandin e. Kiliç destnîşan kir ku tirbeyên din jî yên li bajêr bûye armanca kesên li xezîneyê digerin û bang li Miduriyeta Giştî ya Weqfan kir ku ji bo parastina tirbe û cihên dîrokî bikevin nava tevgerê.