Wardozê 'Seta Folklora Kovaran: Hawar - Ronahî - Roja Nû' çap kir

img

AMED - Weşanên Wardozê "Seta Folklora Kovaran: Hawar - Ronahî – Roja Nû", çap kir. Di vê setê de hemû nivîsên folklorik yên wek fabl, çîrok, xebroşk, destan, klam û stran, efsane, lorî, lavij, payîzok, û hwd. yên di her 3 kovaran de hatine berhevkirin.

Weşanên Wardozê, Seta Folklora Kovaran: Hawar - Ronahî – Roja Nû, ku Mehpûs Serhedî, Mem Mukrîyanî û Rênas Xendekî weke 3 cildan amadekirine çap kir. Seta Folklora Kovaran ji 3 pirtûkan pêk tê. Hemû nivîsên folklorik yên wek fabl, çîrok, xebroşk, destan, klam û stran, efsane, lorî, lavij, payîzok, dûrik, qewl, pêkenî, gotinên pêşiyan, nivîsên li ser eşîran û baweriyan yên di Kovara Hawar, Ronahî û Roja Nû de, di van her 3 pirtûkan de hatine civandin û li gorî cureyên xwe hatine tesnîfkirin. 
 
FOLKLORA HAWARÊ
Cilda Folklora Hawarê Mehpûs Serhedî bo çapê amade kir. Hawar, di 15’ê Gulana 1932’yan de li Şamê ji hêla Celadet Alî Bedirxan ve hatiye derxistin. 57 hejmarên wê hatine çap kirin û di 15’ê Tebaxa 1943’yan de karê weşanê radiwestîne. Amadekar Mehpûs Serhedî, ji hemû hejmarên Hawarê 15 çîrok, 15 fabl, çend destan, efsaneyek û gelek kilam û stran, lorî, payîzok lavij û hin nivîsarên din ên folklorîk derxistine û di cilda Folklora Hawarê de bi cih kirine. 
 
FOLKLORA RONAHIYÊ
Cilda Folklora Ronahiyê Mem Mukrîyanî amade kir. Ronahî, di 1’ê Nîsana 1942’yan de li Şamê ji hêla Celadet Alî Bedirxan ve hatiye derxistin. Bi tevahî 28 hejmarên wê derketine û di sala 1945’an de radiweste. Di hêjmarên destpêkê de zêdetir nûçeyên şer hene. Ji hejmara 12’yan û şûn de nivîsên li ser Kurdan di kovarê de cih digirin. Amadekar Mem Mukrîyanî jî di wan 16 hejmarên dawî de 15 çîrok, 28 fabl, 7 xebroşk, dîdemek ji destana Memê Alan, gelek kilam û stran, li ser eşîran û baweriya Êzdîyatiyê nivîsên giranbiha, nivîsên li ser nêçîra heywanan, pêkenî û nivîseke li ser salnameya Kurmancî hildaye û di Folklora Ronahiyê de bi cih kiriye. 
 
FOLKLORA ROJA NÛYÊ
 
Cilda Folklora Roja Nûyê Rênas Xendekî amade kir. Roja Nû, di 3’yê Gulana 1945’an de li Beyrûdê ji hêla Kamûran Alî Bedirxan ve hatiye çap kirin. 72 hejmarên wê derketine. Kovara Roja Nû, ji hela folklorê ve ji kovarên Hawar û Ronahî zengîntir e. Amadekar Rênas Xendekî, ji hejmarên Roja Nû, 8 çîrok, 9 fabl, 6 xebroşk, gelek kilam û stran, hin destan, gelek dûrikên li ber tembûrê, qewl û ayîn, hin gotinên pêşiyan û mamik hildane û di Folklora Roja Nûyê de hewandine. 
 
Di dawiya her sê pirtûkan de jî, ji bo têgihîştina deqên folklorik, ferhenga folklorê hatiye zêdekirin. Bi vi awayî xwîner dê baştir têbigihîje. Weşanxaneya Wardoz, folklorê weke "xwenasîn" pênase dike û di warê çapkirina berhemên folklorîk de roleke girîng dilîze.
 
KURTEJIYANA AMADEKARAN 
 
Mehpûs Serhedî, di sala 1982’yan de li gundê Qancîya yê bi ser Qereyaziyê ve çêbû. Li Zanîngeha Dokuz Eylulê beşa mamostetiyê xelas kir. Karê berhevkariyê dike. 
 
Mem Mukrîyanî, di sala 1981’ê de li gundê Tizyanê yê bi ser navçeya Artukluya Mêrdînê ve çêbû. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa mamostetiyê xelas kir. Karê berhevkariyê dike.
 
Rênas Xendekî, di sala 1994’an de li gundê Xendekê yê bi ser Hezexê ve ji dayik bû. Li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Hiqûqê xelas kir. Parêzer e û karê berhevkariyê dike.
 
MA / Abdurrahman Gok