Li ser êzdiyatiyê 5 pirtûkên nû hatin çapkirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Weşanên Na 5 pirtûkên nû bi navê “Seta Êzdiyatiyê” çap kir. Nivîskar Kemal Tolan bi van pirtûkan hemû pirs û mijarên derbarê êzdiyatiyê de lêkolîn kiriye. 
 
Ji Weşanên Na 5 pirtûkên nû derçûn. Ev her 5 pirtûkên nû ji “Seta Êzdiyatiyê” pêk tê. Her pênc pirtûk jî ji aliyê nivîskar Kemal Tolan ve hatine amadekirin. Pirtûkên hatin çapkirin di refên pirtûkxaneyan de cihê xwe girtin û li ber destê xwîneran e. 
 
Di van pirtûkên seta ku Kemal Tolan li ser “Êzdiyatiyê” amade kirine de, gelek dokument, dîroka veşartî mayî, serpêhatî, irf û edetên êzdiyatiyê, zargotin, çîrokên ku şopên êzdatiyê di nav wan de hene; mijarên aktuel, hevpeyvîn, bîranîn, nirxandin, klam û stranan cîh girtine. 
 
Bi van pirtûkên ra, vîna êzdiyatiya ku bi sedan salan ji aliye desthilatdaran ve hatiye tepisandin û bi êrişan re rûbirû maye mirov nas dike. Rastiya nexşeyên cihê ku êzdî lê jiyan kirine û dijîn, rewşa demografiya wan,  tabloyên navên cih û warên wan, îstatîk û analîzên kevn û nû hene. 
 
Weşanên Na derbarê pirtûkên nivîskarê xwe Kemal Tolan de wiha dibêje:
 
“Bi hewla kesên wek nivîskarê me Kemal Tolan, êzdiyatî û hinek dîroka wê bi desten êzdiyan dikeve dokumantan û nav jiyana me. Di van berheman de zelal dibe ku, gelek berhemên heya îroyîn li ser êzdiyatiyê hatine nivîsandin. Bi destên kesên ne êzdî hatine nivîsandin û pirr ji wan jî bi meqsedên siyasî hatine nivîsandin û ewan ya êzdiyatiyê şaş nivîsandine yan jî reşkirin e. Yek ji taybetiya  vê xebatê ev e ku, beşekê berfireh yê vê xebatê bi şahid û kesên êzdî, yên li qada  xebatê bakûr, başûr, rojhilat, rojava û Ewropayê nehatine berhevkirin, ev berhemên vê setê bersivên van pirsên jêr bi alîkariya  tablo, wêne, nexşe  û belgeyan  didin:
 
PIRSÊN LI SER ÊZDIYATIYÊ HATINE LÊKOLÎNKIRIN 
 
Di Êzdiyatiyê de Naskirina Xwedê? Êzdiyatiya Berî Dema Şêx Adî li Ser çend Çîna Bûye? Di Kurdistanê de Erdên Êzdiyan? Mîrgehên Êzdiyên li Bakurê Kurdistanê? Erdên Êzdiyên li Başûrê Rojavayê Kurdistanê? Erdên Êzdiyên li başûrê Kurdistanê? Xwedan û Ocaxên Êzdiyan? Sembolên Êzdiyan? Ziyaret û hin cihên pîroz yên Êzdiyan? Rewşa Êzdiyan a îro? Rewşa Êzdiyan a demografîk? 
 
Berhemên di setê de jî cih digirin ev in:
1- Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – I –
2- Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – II
3- Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de
4- Çîrokên ku şahidiya kevnariya mîtologiya Êzdiyatiyê dikin
5- Hevpeyvîn, Nirxandin û Bîranînên Hinek Êzdiyan”