Ji nivîskaran piştgiriya xwendekarên Bogazîçiyê : Em li cem berxwedanê ne

img
STENBOL – Bi daxuyaniyeke nivîskî 147 nivîskaran piştgiriya xwe ya ji bo xwendekarên Bogazîçiyê ragihandin û ev peyam dan: “Em li cem berxwedana Zanîngeha Bogazîçiyê ne. Em ê serî ji zilm û zextê re daneynin.” 
 
Ji bo xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ku li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’î ya zanîngeha xwe dertên, piştgiriyek jî ji nivîskar, wêjekar û rojnamegeran hat. Erdogan, Ataol Behramoglû, Mûrat Ûyûrkûlak û Mûrathan Mûngan jî di nav de 147 nivîskaran bi sernavê “Em ê serê xwe netewînin” daxuyaniyeke nivîskî dan û ragihandin ku ew li cem xwendekaran in. 
 
Daxuyanî wiha ye: “Em zext û neheqiya ku ji ber dijderketina rektorê qeyûm ku tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hatiye kirin li xwendekar, endamên hîndekarî û xebatkarên zanîngehê tê kirin bi xemgînî û bi bertek dişopînin. Fermana “serê xwe bitewîne” ya polisan a ji bo xwendekarên ku mafê xwe yên demokratîk bi kar tînin nîşan dide ku desthilat ku vîna gel ji xwe re kiriye pirzika ser zimanan welat çawa bi rê ve dibe û ji welatîbûnê çi fêm dike. Gotina kînê ya ji aliyê rayedarên paye bilind ve tê bikaranîn, sûcdarkirina xwendekaran a bi terorîstbûnê, binçavkirinên nehiqûqî û tundiya polisan bûye delîl ku dewlet ji hiqûqê dûr ketiye. Bi rojane em dibînin ku kesên li ber xwe didin barê gotinên mirî girtine ser xwe, ziman zindî dikin, zenga çewsandinê jê dibin û li peşiya welat rêyên bi hezar îhtîmalî têje vedikin. Weke wêjekar bi çoş tevlî vê şahiyê dibin. Em li cem berxwedana li Zanîngeha Bogazîçiyê ne. Em ê serî ji zilm û zextê re netewînin.” 
 
Nivîskarên îmzeya xwe avêtin bin daxuyaniyê wiha ne: A.Ömer Türkeş, Abdullah Yılmaz, Adnan Gerger, Ahmet Telli, Ahmet Tulgar, Ahmet Ümit, Akif Kurtuluş, Alper Akçam, Alper Beşe, Altay Öktem, Anıl Mert Özsoy, Aslı Erdoğan, Aslı Ilgın Kopuz, Ataol Behramoğlu, Atilla Dorsay, Attila Aşut, Aydın Şimşek, Ayfer Tunç, Ayhan Geçgin, Ayşe Sarısayın, Ayşegül Devecioğlu, Ayşen Işık, Barbaros Altuğ, Barış Bıçakçı, Belma Fırat, Betül Dündar, Burak Acar, Burhan Sönmez, C. Hakkı Zariç, Can Dündar, Celal Çimen, Cem Erdeveciler, Ceren Cevahir Gündoğan, Ceren Olpak, Çetin Yiğenoğlu, Çiler İlhan, Cuma Boynukara, Cüneyt Ayral, Deniz Durukan, Doğuş Sarpkaya, Ece Temelkuran, Elçin Poyrazlar, Elif Durdu, Elif Şafak, Emel İrten, Emel Kayalı, Emirali Yağan, Erdoğan Kahyaoğlu, Eren Aysan, Erendiz Atasü, Eylem Ata Güleç, Fadıl Öztürk, Ferhan Şensoy, Gaye Boralıoğlu, Gökçer Tahincioğlu, Gonca Özmen, Gülce Başer, Gün Zileli, Güray Öz, Hakan Bıçakcı, Hasan Özkılıç, Hasan Öztoprak, Hatice Meryem, Haydar Ergülen, Hayri K. Yetik, Hicri İzgören, Hidayet Karakuş, Hülya Deniz Ünal, Hüseyin Bul, Hüseyin Şahin, İbrahim Baştuğ, İhsan Oktay Anar, İlhami Algör, İnci Asena, Irmak Zileli, İsa İnan, Jaklin Çelik, Kemal Gökhan Gürses, M. Mahzun Doğan, Mahir Ünsal Eriş, Mahmut Temizyürek, Mehmet Yaşın , Mehtap Ceyran, Mesut Kimsesiz, Mesut Varlık, Metin Cengiz, Müge İplikçi, Mukaddes Erdoğdu, Murat Özyaşar, Murat Uyurkulak , Murathan Mungan, Mustafa Köz, Namık Kuyumcu, Nazmi Bayrı, Necmiye Alpay, Nermin Yıldırım, Neşe Yaşın, Nesimi Aday, Nevzat Çelik, Niyazi Zorlu, Nurcan Baysal, Nurdan Arca, Olcay Özmen, Onur Orhan, Orhan Alkaya, Orhan Pamuk, Oya Baydar, Oylum Yılmaz, Ömer Faruk Ciravoğlu, Önder Kızılkaya, Öner Yağcı, Özge Doğar, Özlem Doğan Kasırga, Pınar Öğünç, Rahmi Emeç, Sedat Yurttaş, Sema Aslan, Sema Kaygusuz, Semih Çelenk, Semih Gümüş, Semrin Şahin, Seray Şahiner, Sevim Korkmaz Dinç, Sezen Ünlüönen, Sezgin Kaymaz, Sibel Oral, Şaban Ol, Şebnem İşigüzel, Taçlı Yazıcıoğlu, Tarık Günersel, Tuğrul Keskin, Tülin Dursun, Turan Parlak, Turgay Fişekçi, Ümit Kıvanç, Ünal Ersözlü, Vecdi Erbay, Yaprak Zihnioğlu, Yaşar Seyman, Yekta Kopan, Yeşim Dinçer, Yiğit Bener, Yücelay Sal, Zeynep Altıok, Zeynep Oral, Zülfü Livaneli.