Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû

img

ÎZMÎR- Romana "Acilari Ortakti" ya nivîskar Hacay Yilmaz derket. Yilmaz, di romana xwe ya navbirî de bal dikişîne ser êş û azarên mirovên ku bûye şahidê çîrokên wan. 

 
Nivîskar Hacay Yilmaz piştî "Umudun Serüveni", "Sürgün İnsanlari, "Hiç Böyle Düşünmemişti" û "Nehirler Okyanusa Akmalı" vê carê jî bi navê "Acıları Ortaktı" romanek nû çap kir. Romana Yilmaz ji 207 rûpelan pêk tê.
 
Em derbarê romana "Acıları Ortaktı" de bi Yilmaz re axivîn. 
 
'DIVÊ XWEDÎ LI DAXWAZÊN WAN BÊ DERKETIN' 
 
Yilmaz, bi pêşgotina romana xwe dest bi axafftina xwe kir û got: "Piştî min dest bi romanê kir piştî demekê, di sala 2016'an de avêtin ser mala min û min bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' binçav kirin û dû re ez girtim. Li malê dest danîbûn ser komputera min jî ku tê de romana xwe dinivîsand. Min li girtîgehê ji cihê mayî domand. Li Girtîgeha Kirklareliyê, hevrêyên min ji bo ku romana xwe binivîsim çi ji destê wan hat kirin. Hatim berdan, lê piştî demeke dûr û dirêj pêşnûmaya romanê bi dest min ket. Di dema pandemiyê de jî bi temamî xelas bû. Niha li girtîgehan tahde û îşkence pir zêde bûye. Li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan grevên birçîbûnê didomin. Gelek caran daxilî nav pêvajoyên bi vî rengî bûm. Raya demokratîk hemû divê xwedî li daxwazên wan derkeve." 
 
LI HER DERÊ ÊŞ 
 
Yilmaz, behsa karaktera romana xwe kir û got: "Jineke kurd, jineke ku di komkujiya madenê de hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye, rojnamevanekî muxalif, bi dehan pirsgirêkên li axê, bedêlên tên dayîn... Dikarim bibêjim romaneke li dor hêviyê bûye xelek. Gelek tiştên ez bixwe bûme şahidên wan, careke din nîşan dan ku li vê erdnîgariyê em li ku derê mêze bikin, êş û azar hene. Ji ber heman pergalê. Ez bûm şahidê karkerên ku keda wan hatiye binpêkirin, bûm şahidê gundiyên hatine jehrîkirin, bûm şahidê jinan, kurdan û elewiyan. Gava xwendekarê lîseyê bûm, di 1'ê Gulana 1977'an de tevli çalakiya karkeran bûbûm. Hevalên me jiyana xwe ji dest dabûn. Hîn jî birînên wan wekî berê ne. Herî dawî em li Roboskiyê bûn şahidê koomkujiyekê. Min xwest van kesan daxilî nav romana xwe bikim. Gava min ev tişt kir jî min xwest êşên derdorên cuda, bikim êşine hevpar."