Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Weşanên Avesta di destpêka sala 2021'an de bi 5 pirtûkên nû derket pêşberî xwendevanan. Antîgonî (werger), Dewleta Cihûyan (werger), Kurt Hakîm Faîk Bucak'ın Yaşamı (Tirkî), Romeo û Juliet (werger) û Mirîşka Kulek di refên pirtûkxaneyan de cihê xwe girtin. 

Weşanên Avesta 5 pirtûkên nû çap kir. Mirîşka Kulek a Seîd Yusif, Antîgonî ya Sofoklîs, Dewleta Cihûyan a Theodor Herzl, Kürt Hakîm Faîk Bucak'ın Yaşamı (Dadgerê Kurd Jiyana Faîk Bucak) a Yusuf Serhat Bucak, Romeo û Juliet a William Shakespeare di refên pirtûkxaneyan de cihê xwe girtin. 
 
MIRÎŞKA KULEK
 
Herkes Seîd Yusif ji dengê wî nas dike. Êdî hezkiriyên wî dê tenê ne li dengê wî guhdar bikin, bi saya "Mirîşka Kulek" dê ji nivîsên wî jî Seîd Yusif bixwînin. Navê rastîn yê Seîd Yusif; Seîd kurê Ûsivê Seîdê Osmên e. Di sala 1947'an de li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo hatiye dinyayê. Yek ji hunermendê heri mezin û naskirî ye. Li derdora hezar stranên wî ku hem gotinên wan nivîsîye hem jî muzika wan çêkiriye hene. Di 26'ê sibata 2020'an li Stenbolê çû ser dilovaniya xwe û li Qamişlo hat veşartin. Di pirtûka "Mirîşka Kulek" de gelek nukte, henekên di nava gel de têne gotin û nivîsên Seîd Yusif bixwe hene. 
 
ROMEO Û JULIET
 
Pirtûka bi nav û deng a "Romeo û Juliet" a William Shakespeare, ji hêla Kawa Nemir ve ji Îngilîzî bo kurdî hat wergerkirin. William Shakespeare, helbestvan, şanoger, şanonûs û ekterê îngilîz ê mezin e. Di 23'yê nîsana 1564'an de li Îngilîstanê ji dayik bûye. Di 23'yê nîsana 1616'yan de li cihê ji dayikbûnê jiyana xwe ji dest daye. Shakespeare yek ji mezintirîn helbestvan û şanonûsên dîroka wêje û şanoya cîhanê ye. Bi dehan qerekter û pêlewanên ku wî bi şanonameyên xwe afirandine, ji serdeman hemûyan re bûne çavkanî. Soneyên wî yên ku helbestên dildarî û hezkirinê ne, hê jî kêm helbest hene ku hatibin nivîsîn û di ser wan re bin. "Romeo û Juliet" jî yek ji wan berheman e. Ev şanonameya ku di nava şanonameya gewre ya pêşîn a Shakespeare de ye nayê zanîn bê kengî hatiye nivîsandin. Di destpêka pirtûka ku bo kurdî hatiye wergerandin de serpêhatiya Shakespeare û berhemên wî jî heye.
 
DEWLETA CIHÛYAN
 
Berhema Theodor Herzl a bi navê "Dewleta Cihûyan" bi wergera Fahriye Adsay a ji îngilîzî bo kurdî hat çapkirin. Theodor Herzl, yek ji wan nivîskara ye ku bi berhemên xwe di hişyariya cihûyan de xwedî roleke hêja ye. Berhema xwe ya bi navê "Dewleta Cihûyan" bi kelegermiyeke bêhizûr nivîsand. Sernava vê berhemê ne tenê bala rewşenbîrên wê demê kişand, kir ku cihû ji getoyên xwe derkevin û li ser rabirdû zû qedera xwe bifikirin. Ev berhem êdî li ber destên xwînerên kurdî ye jî.
 
ANTÎGONÎ
 
Berhema "Antîgonî" ya feylesofê Yewnanî Sofoklîs, ji hêla Tahirxan Giravî ve ji zimanê yewnanî bo kurdî hat wergerandin. Sofoklîs, Beriya Zayinê (BZ) di sala 497'an de li bajarê Athînayê ji dayik bûye. Ji malbateke bazirgan û dewlemend e. Bi siyasetmedar, feylesof, dîroknas û hunermendên serdemê re têkiliyeke wî yî xurt heye. Ev yek li ser berhemdariya wî jî bandor dike. Heya di sala 406'an (BZ) de jiyana xwe ji dest dide jî berhemdarî û çalakiya wî berdewam dike. Tragedya Antîgoniyê lîstika Sofoklîs a herî kevn e. Ev tragedyaya ku 2500 sal berê li Yewnana Antîk hatiye nivîsandin, êdî bi zimanê Kurdî derdikeve pêşberî xwîneran. 
 
DADGERÊ KURD Û JIYANA WΠ
 
Yek ji wan berhemên nû yên hat çapkirin jî pirtûka "Kürt Hakîm Faik Bucak'ın Yaşamı (Dadgerê Kurd, Jiyana Faik Bucak)" a Yusuf Serhat Bucak e. Di vê pirtûka ku bi zimanê tirkî hatiye nivîsandin de, jiyan û serpêhatiya Faik Bucak heye. Nivîskar Yusuf Serhat Bucak ku kurê Faik Bucak e, sedema nivîsandina vê pirtûkê weke sererastkirina gelek şaşiyên derbarê Faik Bucak de nîşan dide. Di vê pirtûkê de xwîner dê jiyana Faik Bûcak, malbat, zarokatî, perwerdehî, jiyana pîşeyî, xebatên siyasî û şehadeta wî fêr bibe. Di dawiya pirtûkê de jî hem helbestên li ser hatine nivîsandin û hem jî hin helbestên wî bi xwe nivîsîne cih digirin. 
 
MA / Abdurrahman Gok